Banga ji bo 'Îmraliyê': Fikar zêde dibin
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) bang li Wezareta Edaletê ya Tirk kir ku derfetê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide.
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) bang li Wezareta Edaletê ya Tirk kir ku derfetê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide.
MATUHAY-DER'ê têkildarî rewşa Ocalan û qanûna ceza ya înfazê ya nû daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber şewba Covîd-19 metirsiya herî mezin li ser girtîgehan e û bernedana girtiyan weke hewldanek ji bo kuştinê hate pênasekirin.
Komeleyê diyar kir, Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye, têkildarî tenduristiya wî fikarên mezin bi raya giştî re hene û destnîşan kir, "Birêz Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê û girtiyên din ji ber şewbê di nava tecrîdê de ne. Tevî vê yekê bi qedexeyên rojên dawî hatine danîn, hewl tê dayin ku şewbê bikin firsend. Ev rewş ne însanî ye ne jî exlaqî û hiqûqî ye. Li ser rewşa Birêz Ocalan û girtiyan fikarên malbatan û parêzeran zêdetir dibin."
Komeleyê destnîşan kir ku pêwîstî bi agahdarkirina têkildarî rewşa tenduristiyê ya Ocalan û girtiyên din heye û ragihand, "Em ji Wezareta Edaletê dixwazin ku şert û mercan biafirîne ku di rewşeke guncav de malbat û parêzer û wasiyê wî karibin wî bibînin yan jî bi telefonê pê re biaxivin."
Komeleyê nerazîbûn nîşanî qanûna înfazê ya nû da ku girtiyên siyasî nagire nava xwe û ev yek weke "qanûna şermê" bi nav kir.