‘Balefirgeha 3’emîn li ser cenazeyê karkeran tê avakirin!’

Ligel ku CEO’yê Îstanbûl Grand Aîrportê Kadrî Samsûnlû li xwe mikur hat ku karkerên balefirgeha 3’emîn mafdar in jî, karker hê jî girtî ne. Karker diyar dikin, dema ku ew beton dirêjin, bedena gelek karkeran di bin beton de dimîne.

Parêzer Bûrcû Gul û Ahmet Baran ên ku Endamên Platforma Hevgirtina Karkerên Balefirgeha 3’emîn in, xwestin ku karkerên hatine girtin divê serbest werin berdan.

Gul û Çelîk ji ANF’ê re axivîn û bal kişandin ser vî tiştî ku balefirgeh li ser cenazeyê karkeran tê avakirin, çalakiyên sendîkayê û daxwaza xebata mirovane tê krîmînalîzekirin.

Ligel ku CEO’yê Îstanbûl Grand Aîrportê Kadrî Samsûnlû li xwe mikur hat ku karkerên balefirgeha 3’emîn mafdar in jî, 32 karker û Serokê Giştî yê DEV-Yapi-Îş’ê Ozgur Karabûlût hê jî girtî ne. Parêzera Karabûlût û parêzerê 34 karkeran Ahmet Baran Çelîk xwestin ku vê rewşa bêhiqûqî bi dawî bibe. Gul diyar kir ku muwekîlê wê Karabûlût ji ber axaftina xwe ya ji karkeran hatiye girtin û ev axaftin di dosyeya wî de kirine delîl.

‘KARKER DI NAV BETONAN DE NE’

Parêzerê karkeran Ahmet Baran Çelîk jî bal kişand ser vî tiştî ku karker di şertên xerab de 17 saetan tên xebitandin. Çelîk got ku, “Walîtiyê diyar kiriye ku 35 karker mirine lê hejmara rastîn ji vêya zêdetir e. Balefirgeh a niha li ser cenazeyê karkeran tê avakirin. Karkerên ku em bi wan re diaxivin, diyar dikin dema ku ew beton dirêjin, bedena gelek karkeran di nav betonan de dimîne. Karkerên ku li vê derê dixebitin jî, gelekê ji wan ji Kurdistanê hatine û kesên hejar in. Niha 34 kes hatine girtin lê 30 kes ji heman herêmê ne.  Malbatê gelek van karkerên ku hatine girtin, nizanin ku zarokên wan hatine girtin.”

Parêzer Çelîk diyar kir ku karker a niha di Girtîgeha Sîlîvriyê de ne û ew li qawîşên cihê belav kirine.  Çelîk got ku “Tekane daxwaza karkeran ev e ku, bila di cînayetên kar de nemirin û şertên wan ê xebatê baştir be. Di roja protestoyê de 10 hezar karker tevlî çalakiyê bûne lê tirsa sereke ya desthilatdariyê rêxistinbûn e. Ji ber vê jî divê karker serbest werin berdan.”