Balefirên şer herêmên Qendîl bombebaran dike

Balefirên şer herêmên Qendîl bombebaran dike

Balefirên şer yên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û herêmên Qendîl bombebaran dikin.

Du balefirên şer yên artêşa Tirk li gorî demjimêra herêmî 00:40’an de sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û derdora gundên Lewcê û Enzê yên Qendîlê bombebaran dike. Hate ragihandin ku bombebaran hêjan didome.

Heya niha di derbarê windahiya can û mal de agahiyên berfireh nehatine girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, îro di demjimêr 15:45’an de balefirên şer yên artêşa Tirk derdorê bajaroka Şêladizê  bombebaran kirin û ziyan da warên gundiyan.