Bakirhan: Qeyûm dijminatî ye, gel bersiva qeyûman dide
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Di demekê de ku gel li kolanan li ber xwe dide, qeyûmê Êlihê weke karê ewil xizmeta bi Kurdî da sekinandin. Qeyûm, dijminatî ye.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Di demekê de ku gel li kolanan li ber xwe dide, qeyûmê Êlihê weke karê ewil xizmeta bi Kurdî da sekinandin. Qeyûm, dijminatî ye.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de li Meclîsê geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, ewilî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û qeyûm weke “xespkirina îradeyê” nirxand. Bakirhan, bertek nîşanî dorpêç û tundiya polîsan li ber şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin jî da. Bakirhan, got: “Gel, bi protestoyan peyama ‘Ev darbeyeke siyasî ye û hûn nikarin îradeya me xesp bikin’ dide.”
Bakirhan, bal kişand ser berxwedana gelê Êlihê û ev tişt anî ziman: “Di demeke ku gel li kolanan li ber xwe dide de, qeyûmê Êlihê weke karê ewil xizmeta bi Kurdî da sekinandin. Vaye qeyûm tiştekî wiha ye. Em dibêjin ku qeyûm, dijminatî ye. Gelên me ne qeyûm, demokrasiyê dixwazin û dixwazin rêz ji îradeya wan re were girtin. Dayikekê li Êlihê ji bo qeyûman digot; ‘Av bi bêjingê nayê komkirin.’ Ez ji we dipirsim, gelo ma qeyûm komkirina avê ya bi bêjingê nîne? Îktîdarê bersiva xwe ya pêwîst girt. Lê dîsa jî heman tiştan dubare dike.”
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li Mêrdînê, welatiyekî got; ‘Di demên berê de dema mirov digot derbe, Kenan Evren dihat bîra mirov lê niha ev îktîdar tê bîra mirov.’ Heman tişt li Xelfetiyê dihat gotin. Aqilê hevpar tiştekî wiha ye. Ev îktîdar, îktîdara qeyûman e.
Ew jî bes nake îcar ji bo hevşaredarên me dibêje ‘Kesên kes nizane bê kî ne.’ Pir zelal bê ka em kî ne û ji ku hatine. Kesên kes nizane bê kî ne, qeyûmên te yên tayînkirî ne. Ew kes in ên mafê mirovan dixwin, yên hiqûqê binpê dikin, yên dizî û nekirêtiyê dikin in. Ev hezar sal in em li ser vê xakê dijîn û têdikoşin. Li dora xwe binêrin hûn dê bibînin bê ka kesên kes nizane bê kî ne. Heke hûn li kesên kes nizane bê kî ne bigerin, li dora xwe binêrin.
Ji ewil mînareyê di dizin piştre jî jê re hincetan peyda dikin. Dibêjin ‘teror’ nizanim çi. Gotineke derew û vala ye. Êdî ewqas bêperwa bûne ku lingê wan jî bikeve kevirekî, hindik bitengijin qeyûman tayînî şaredariyên DEM Partiyê dikin. Ew jî bes nake îcar dibêje ‘teror.’ Tenê ew bi vê derewê bawer dikin. Em dizanin ku hûn ji hemû Kurdan re dibêjin ‘teror.’ Bi qanûna sîxûriya bandorê re dê ji hemû muxalîfan re bibêjin.
Erdogan got; ‘Dozgerî baş li ber xwe da, ez wan pîroz dikim.’ Tu qala kîjan darazê dikî? Tişta jê re dibêje li ber xwe dan jî tayînkirina qeyûman a li îradeya gelê Kurd, karker û kedkaran e. Dibêje; ‘Bila we namzetên paqij nîşan dabûya.’ Pîvana paqijbûnê çi ye? Xwezî amûrekê pîvandina paqijbûnê hebûya da ku nîşan dabûya bê ka kî paqij e kî qirêjî.
QEYÛM ÊDÎ PIRSGIRÊKA HER KESÎ YE
Em bi eşkereyî bibêjin; qeyûm êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Li Esenyûrtê jî ev rastî eşkere bû. Heke em bi hev re li dijî qeyûman nesekinin, ne tenê li xaka Kurdan dê li her çar aliyên Tirkiyeyê bên tayînkirin.
Herî dawî Serokê Meclîsê daxuyanî da û got; ‘Di destekî de çek, di destê de bi sindoqê siyaset nabe.’ Piştrast bin ku min tu caran çek ranekiriye. Hevalên min jî wisa. Ji ber ku me siyaseta demokratîk weke çareserî dît, bi salan rastî heqaret û êşkenceyên we tên. Heke em ji vê zemînê nebawer bûna niha li dijî vê zilma we em li cihên cuda bûna. Ez ji Kurtulmuş dipirsim; ma gotineke we ya li dijî tayînkirina qeyûman nîne? Ez ji Kurtulmuş dipirsim; ma di destekî de gotina îradeya neteweyî di destê din de qeyûm dibe? Îradeya neteweyî û demokrasî û darbe li rex hev nabin.
BANGA JI BO MECLÎSÊ: QANÛNA QEYÛM RAKIN
Bi vê wesîleyê ez bang li hemû partiyên siyasî yên li Meclîsê û Serokê Meclîsê dikim ku em li ser qanûna qeyûman bicivin. Em bikin ku rêveberên gel hilbijartî heta hilbjartineke din bajarê xwe birêve bibin.
Nûnerên îktîdarê niha jî hewl didin Trump weke firsendekê bi kar bînin. Bi roja ye pîrozbahiyan dikin. Çima? Ji ber ku dixwazin zemîna êrîşeke li dijî Rojava amade bikin. Dixwazin bi êrîşa li dijî Rojava re krîza heyî veşêre. Ev krîza wiha çareser nabin. Hilbijartina Trump weke firsendekê dibînin. Tenê firsendeke li pêşiya Tirkiyeyê heye ew jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e.
Li şûna hûn biçin ber piyê Trump, rûnin ser maseyê û hûn bi xwe pirsgirêkê çareser bikin. Çareserî li Washingtonê nîne, li Moskov û Tehranê nîne. Çareserî, li Amed û Enqereyê ye.
Ji 1’ê Cotmehê ve li Tirkiyeyê ji ber silavdayina Bahçelî nîqaş tên kirin. Ji ber îradeya çareseriyê ya xurt a partiya me, hêviyek di nava civakê de ava bû. Erdogan jî piştî bêdengiyeke domdirêj got; ‘Xwişk-birayên min ên Kurd em li bendê ne ku hûn jî bi vî destê jidil bigirin.’ Lê hefteyek ser re derbas nebû ku qeyûm tayînî îradeya gelê Kurd kirin.
LI ÎMRALIYÊ CEZAYÊ DISIPLÎNÊ
Bahçelî jî qala tecrîda li ser birêz Ocalan, ruhê Meclîsa avaker, mafê hêviyê û siyaseta demokratîk kir. Me gotibû ku ev daxuyanî girîng in. Baş e lê çi bû? Piştî van gotinên Bahçelî, cezayên disiplînê yê 3 mehan dan birêz Ocalan. Bahçelî diaxive, Erdogan pêşiya wî digire. Ka em lê binêrin dê di rojên pêş de ev nîqaşa di navbera van her du kesan de veguherin tiştekî çawa.”