Nerazîbûnên ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tayînkirina qeyûman li bajêr destpê kirin, tevî tundî û zexta polîsan jî didome.
Meşa îro li ber avahiya DBP'ê ya bajêr destpê kir û hata Kolana Cumhuriyetê dewam kir.
Hevserokên Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar jî beşdarî meşê bûn.
Di nav kesên beşdarî meşê bûn de Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen, endama Komîsyona Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk (MYK) Nacî Sonmez, Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Senem Denîz Kural, endamê Komîsyona Rêveberiya Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok, Seroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglu, parlamenter û şaredar jî beşdar bûn.
POLÎS CAREKE DIN ÊRÎŞ KIRIN Û GELEK KES BINÇAVKIRIN
Girseya gel ên derdor jî bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan çalakgerên ku heta kolana Cumhuriyetê meşiyan.
Polîsan destûr neda ku gel û hevserokên giştî bên ba hev. Li dijî vê yekê gel nerazîbûn nîşan da. Polîsan li ser vê yekê êrîşê çalakgeran kir û gelek kes binçav kirin.
Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de êrîşa polîsan a li ser gel şermezar kir û got ku ji hemû bajarên Tirkiyeyê polîs anîn Wanê.
Bakirhan got, “Ma qey Wan ne bajareke Tirkiyeyê ye? Eger navê vê ne dagirkerî be çiye? Dîmeneke wiha li ti devera Tirkiyeyê nîne. Ez zîhniyeta ku ciwanan li ber çavê me binçavan dikin û hevdîtina me ya bi gel re asteng dikin, şermezar dikim.”
Bakirhan, destnîşan kir ku divê dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên tekparêziyê berde û wiha domand, “Gelê Wanê her 14 şaredarî bi dest xistin û bersiva herî mezin dan. Li cihê ku hûn ezmûnan ji vê bersivê derînin, ev 3 dem in hûn qeyûm tayîn dikin û îradeya gelê Kurd desteser dikin. Bi van pêkanînan hûn nikarin gelê Kurd rawestînin.”
‘GELÊ WANÊ XWEDIYÊ VIR IN, HÛNÊ BIÇIN’
Bakirhan, anî ziman ku gelê Wanê wê ti carî rê nede bêadeletiyê, bêrûmetiyê û neheqiyê û got, “Wan bajarê egîdan e, bajarê Dayikên Aştiyê û bajarê jinên têkoşer in. Wan bajarê ciwanên ku di oxira hêvî, azadî û demokrasiyê de bazdidin e. Wan têknaçe, ranaweste û dê ti carî qeyûmên diz qebûl nekin. Qeyûm û polîsên ku ji Dîlok, Gumuşhane, Qers û Ardahanê anîne vir demkî ne, wê biçin. Lê belê gelê Wanê yê bi rûmet, ku bi hezaran salan li vir dijî, xwediyê vir in. Hûn ê biçin, qeyûmên ku dizî û gendelî dikin wê biçin.”