Azmûna Îmraliyê ya DMME'yê -22

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê bibûya yek ji aktorên sereke yê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengê korsanî hate revandin û li Îmraliyê dîl tê girtin.

21'ê Mijdara 2000'î li avahiya DMME'yê ya li Strasboûrgê bi seroktiya Dadgeha Swêdî Elîsabeth Palm, li Daîreya Pêşî 'Danişîna Ocalan'' dest pê kir. Ev weke doza herî giran, doza sedsalê ya dîroka DMME'yê dihate dîtin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê bibûya yek ji aktora sereke ya pêvajoya bi rengekî korsanî revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li girava Imrlaiyê hêsîrkirina wî. Dewleta Tirk ji 47 welatan yek ji wan welatan bû ku endamê Konseya Ewropayê bû ku DMME bi ser wê ve bû û hemû biryarên ku wê dadgehê bidana derheqê rejîma Enqerê jî xwedî karîn bû. Ji ber vê, roja ku Ocalan birin Imraliyê, 16'ê Sibata 1999'an parêzer bi nîşeyan acîl serlêdana pêşî li DMME'yê dan. Dihate xwestin ku Ocalan li Kenyayê bi rengekî deryasayî hatiye girtin, li ser jiyana wî taloke heye, tehde lê tê kirin û bi lezginî nikare were darizandin, ji DMME'yê dixwest ku bi lezgînî tevbigere.

Di serlêdanê de ku 17'ê Sibata 1999'an derbasî qeydan bû û piştî bi rojekê wê bi raya giştî re bihata parvekirin li gorî Xala 39'an a rêziknameya DMME'yê 'tevdîra îhtîyatî' dihate xwestin. 17'ê Sibatê wê tiştekî dî jî bibûya; parêzerên Ocalan ku di pêvajoya Romayê de ketibûn dewetê, Brîtta Boehler, Tîes Prakken û Vîcto Kappe ji bo ku miwekîlên xwe bibînin çûne Tirkiyê. Lê her sê parêzer jî ji balefirgeha Stenbolê piştî destgîrkrina 6 setan ji hêla polîsên Tirk ve hatin dersînordarkirin.

Di vê navbeynê de Kurd li çar aliyên cîhanê, nexasim li Ewropayê ji bo Ocalan li ser piyan bûn, xwepêşandan bêrawestdan dom dikirin. Bi bandora berxwedana Kurdan daîreyeke ji 7 dadgeran pêk hatî a DMME'yê 23'yê Sibata 1999'an bi rengekî lezgîn serlêadna Ocalan da ber xwe. DMME'yê biryar da ku li ser mijarên girtina Ocalan, şertên girtîbûnê û mafê hevdîtina bi parêzeran re Enqere agahiyê bide wan, daxwaza tevdîra îhtîyat3i ya pêşî jî red dikir. DMME'yê qîma xwe bi bersivên hikûmeta Tirk neanîn, ku 26'ê Sibatê û 3'yê Adara 1999'an dabû. Ji ber ku dadgerê leşkerî ya li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DED) hebû, ku DED'ê wê li darizandina ji çav re ya Ocalan bineriya, fikarên DMME'yê zêde dikir.

SERDANA VEŞARTÎ YA 2'YÊ ADARÊ YA CPT'YÊ

4'ê Adara 1999'an peyama ku dihate payin ji Srasboûrgê ya Fransayê ku DMME lê ye, hatibû. Derheqê darizandina dadmend û li ser mijarên ku Ocalan bi rêya parêzerên xwe serî li dadgehên ku dixwaze bide, DMME'yê biryara tevdîra îhtîyatî da. Beriya vê biryara DMME'yê bi 2 rojan, geşedaneke balkêş çêbû, ku piştre em ê hîn bibûna. Şandeyeke ji CPT'yê 2'yê Adarê bi rengekî bêdeng serdana Imraliyê kir.

Piştî vê serdanê ya ku bi pejirandina rejîma Enqerê pêk hatî û heta 5'ê Gulana 1999'an ji raya giştî hatî veşartin, îdîayên CPT'yê yên derheqê Imraliyê ji yên rayedarên dewleta Tirk ne cihêtir bû: ''Êşkence û tehde li Ocalan nayê kirin, tendiristiya wî baş e û şertên girtîbûnê bi standartên bilind e''. Eniya Ewropayê wê ne tenê bi van helkeftan rê bidana rejîma êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê. Raportorê Tirkiyê yê Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) Andras Barsony piştî danişîna Oaclan a 21'ê Cotmeha 1999'an a li Daraza Bilind a Tirk, gotibû, ''Pêvajoya dozê ya li Tirikiyê li gorî standartên Konseya Ewropayê ye.''

Rapora CPT'ê û daxuyaniyên Ewropiyên ku rewşa Rêberê Gelê Kurd ji nêz ve dişopandin, wan rojan li qada navnetewî destê dewleta Tirk xurt dikir, li DMME'yê jî pozisyona xwe ya eslî piştî pejirandina biryara îdamê ya dadgehên Tirk wê bidaya. Piştî ku Daraza Bilind a Tirk 25'ê Mijara 199'an biryara îdamê ya DED (Dadgehên Ewlehiya Dewletê) pejirand, parêzerên Ocalan ji bo ku înfaz were sekinandin dîsa serî li DMME'yê dan. Piştî roja 5'an Daîreya Pêşî ya DMME'yê bi rûniştineke taybet rewş nirxand û heta ku pêvajoya doza li Strasboûrgê biencam bibe xwest ku dewleta Tirk înfazê rawestîne. Ber her kesî kete ser Hikûmeta Tirk a 57'an a bi seroktiya Bulent Ecevît.

LI ENQERÊ 'CIVÎNA ÎDAMÊ' YA KU 7,5 SAETAN DOM KIRÎ

Payiza 1999'an ji bo ku dawî li nîqaşên îdamê wer anîn, ku li kulîsên Enqerê geş bûbû, 12'ê Çileya 2000'î lîderên partiyên koalîsyonê Bulent Ecevît, Mesût Yilmaz û Devlet Bahçelî hatin cem hev. Piştî wê hevdîtinê ku bi rengê ''civîna îdamê'' derbasî dîroka siyasî ya Tirk bû û 7,5 saetan dom kirî hikûmeta Tirk got, ''Em ê li gorî tevdîra îhtîyatî ya DMME'yê biçin ku derheqê Ocalan daye.'' Lê şerekî rejîma Enqerê hebû; ''Ev biryar ji hêla PKK'ê û derdorên alîgir ve wê li dijî berjewendiya bilind a Tirkiyê neyê bikaranîn, heke were bikaranîn pêvajoya hiqûqî wê were birîn û derbasî pêvajoya înfazê bibe.''

Dewleta Tirk bi vê daxuyaniyê digot, ''em ê qoxa îdamê di malikê de bihêlin'', tevgera azadiya Kurd jî di meha pêşî ya mîlenyûmê de di pêvajoya kongreyê de bû. Bi pêvajoya aştiyê re lihevhatî ya ku Rêberê Gelê Kurd dayî destpêkirin, PKK aşkee kir, wan mekanîzmaya xwe û paradîgmaya xwe bi Kongreya VII'an re ku li Çileya 1999'an li çiyayên Kurdistanê biencam kiribûn, guherandine. Guherîna herî mezin li eniya leşkerî pêk hat; li şûna ARGK'ê, ku ji 1986'an ve têkoşîna çekdarî dida, Yekîneyên Parastina Gel (HGP) hate avakirin. Ev guherîna dîrokî, bi dirûşmeya, ''HPG artêşa fedayî ya Rêber Apo ye'' hate ragihandin, her wiha Projeya Aştiyê ya 7 xalî jî ji raya giştî re hate deklarekirin.

ÊRÎŞÊN KU DI SALVEGERA 15'Ê TEBAXÊ DE DEST PÊ KIRIN

Her wiha starta kampyanya mezin a bi navê ''Ji Ocalan re Azadî'' hate dayin, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê giranî wê bidana siyaseta legal jî. Ber bi havîna 2000'î ve, Rêberê Gelê Kurd ji bo siyaseta sivîl seferberî da destpêkirin, 15'ê Tebaxa 2000'î balafirên şer ên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê qadên gerîla bombe kir. Bi dewleta Tirk re bi hevdemî hêzên YNK'ê jî êrîş anîne ser kozikên gerîla. Bêguman dîroka ku hatî hilbijartin ne tesadûfî bû, di salvegera têkoşîna çekdarî ya 15'ê Tebaxa 1984'an de dixwestin ku peyamê bidin tevgera PKK'ê.

YNK ya ku dixwest ku PKK ji Başûrê Kurdistanê were derxistin, li bara berxwedana gerîla bi paş ve gav avêt. Piştî banga 'şer rawestînin' a Rêberê Gelê Kurd a li du aliyan, YNK 27'ê Îlonê bêgav ma ku agirbestê qebûl bike. Lê Abdullah Ocalan pêşniyar dike ku xeta parastinê ya gerîla bi teqezî were avakirin. 25'ê Cotmeha 2000'î piştî hevdîtina bi parêzerên xwe re, ev peyama Ocalan hate belavkirin:

''Şeş mehên li pêşiya me pir girîng in. Ber bi vê havînê ve dibe ku dîsa bi ser me de werin. Heke bi çarçoweya îmhayê werin tundî dibe ku zêde bibe. Ji tundiya niha li Filîstanê mezintir û bêhtir taloke dibe ku çêbibin. Heke nêzîkatî dualî geş nebin 2001'ê tundî wê geş bibe, ti garantînaya wê nîne ku tundî geş nebe. Tekane rêya ku ev geş nebe ew e ku hikûmet gavan bavêje. Ji bo pêşî li komkujiyan were girtin, komên ku nikaribin xwe biparêzin dibê li Başûr werin hiştin. Ji hêla leşkerî ve pêşniyareke wiha dikim. Xeta bicihbûna pêşniyar dikim. Xeta Zagrosê, ji wir heta Botanê, ber bi Çiyayê Metîna ya Behdînanê, bi rengekî sêgoşeyî xetek dikare were dnaîn. Ev sêgeşe qada çiyayî ya di navbeyna Tirkiye, Iraq û Îranê de ye. Mînak ku Tirkiye êrîşê bîne wê biçin Îranê, Îran êrîşê bîne wê biçin Iraqê. Li dijî êrîşên sê dewletan î qada sereke ya parastinê ye. Hewcehiyên wan wê tevgerê diyar bike. Qada parastina meşrû, qada parastina sereke ev der e. Ji bo pêşî li komkujiyê, neçareseriyê were girtin parastina meşrû girîng e. Divê bi rewşa niha nexapin.

DOSYA DOZÊ YA JI 17 HEZAR RÛPELÎ

Di vê navberê de payîza sala 2000'î bûyereke din a girîng jî li aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) qewimî. Di 21'ê Mijdara 2000'î de li avahiy DMME'yê ya li Strasboûrgê bi serokatiya dadgera Swêdî Elîsabeth Palm li Daîreya 1'emîn 'Rûniştina Ocalan' dest pê kir. Li gorî nêrîna giştî ev doz di dîroka DMME'yê de doza herî zehmet, doza sedsalê bû. Ji xwe prosedura li DMME'yê ku wê bi salan dewam bikira, di rûniştina destpêkê de wê şênber bibûya. Wê rojê ji çar parçeyên Kurdistanê di serî de mexdûrên şer zêdeyî 200 Kurdistanî ji her beşên civakê gotin 'Em jî di vê dozê de alî ne' û ji bo mehkûmkirina dewleta Tirk li salona rûniştinê cihê xwe girtin.

Tevî parêzerên li Tirkiyeyê, komek ji parêzerên ji Projeya Mafên Mirovan a Kurd ku navenda wê li Londonê ye, di wê rûniştinê de parastina Ocalan kir. Di wê rûniştinê de sûcên ku dewleta Tirk ji 15'ê Sibata 1999'an û pê ve li dijî Rêberê Gelê Kurd kir wiha dihate rêzkirin; Şert û mercên dîlgirtina ji Kenyayê li dijî hiqûqa navneteweyî ye, bi kampanya lînçê re înfaza bêdaraz hate kirin, kiryarên xerab hate kirin, hinceta girtinê jê re nehate xwendin, piştî ku hate girtin yekser ew dernexistin pêşiya dadger, li Îmraliyê darizandina adîl nebû, destûr nehate dayin ku li pêşberî dadgehê daxwaza mafê xwe bike, ji bo amadekirina parêznameya ji bo doza li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi têrkerî dem nehate dayin.

Di rûniştinê de ku sê saetan dewam kir, hikumeta Tirk jî îdîa kir ku "Ocalan li Kenyayê bi agahî û alîkariya meqamên xwecihî radestî hêzên ewlekariyê yên Tirk hatiye kirin", "Ji aliyê edaleta Tirk ve bi rengekî adîl hatiye darizandin" û "Biryara cezayê mirinê nehate bicihanîn" û bi vî rengî parastina xwe kir. Lê belê, hem mirovên li salona dozê hem jî nêzî 100 hezar Kurdistaniyên li nêzî avahiya DMME'yê bi yekwicûd li pişt Ocalan sekinî û bi vê sekna xwe îdîa û tezên dewleta Tirk hemû pûç kirin. Di 15'ê Kanûna 2000'î de ji bilî yek, du nuqteyên nehêja, DMME'yê qebûl kir ku serlêdana Ocalan bi temamî ji esasî ve binirxîne.

Di navbera parêzerên Ocalan û parêzerên dewleta Tirk de pêşbirka pûçkirina tezên hev heta mehên navîn ên sala 2002'an dewam kir. Di nava wê pêvajoya ji du salan, dosya doza Ocalan a li DMME'yê gihîştibû 87 bergan û 17 hezar rûpelî. Li gorî DMME'yê, ji bo dayina biryarekê belge û tez bi têrkerî peyda bûbûn. Enqereyê jî li ser rêya endametiya Yekîtiya Ewropayê reform çêdikir, soz dida ku wê krîterên Kopenhagenê bi cih bîne. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd wê demê DMME û rola Ewropayê girîng didît. Di parastina bi navê "Parêznameyên DMME'yê - Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Gel ve" ku sala 2001'ê hate weşandin, Ocalan wiha qalê dikir bê çima li deriyê Ewropayê dixist:

"Bi baweriya ku wê bibe xwedî wateyeke dîrokî, her wiha bê maneya parastinek çanda rojhilat li hember rojava, çanda Rojhilata Navîn li hember şaristaniya Ewropayê, ji bo ronîkirina dîrokê bi rengekî rast û vegotina gotinên pêwîst ên bi navê gelan ku gerdûnî bûye, ji xwe re weke wezîfeyekê dibînim ku vê yekê weke platformeke hiqûqê ya demokratîk bi kar bînim û mafê xwe yê parastinê yê li DMME'yê bi kar tînim. Bi bikaranîna vî mafî re ku bûye zimanê çareseriya pirsgirêkên civakî yên berfireh, lê tevî vê yekê jî xwe dispêre berjewendiyên hêza serdest, ji bo jiholêrakirina rewşa xitimandî ya olîgarşîk ku li mejiyê avabûna Tirkiyeyê jî nayê, ne şaş e ku vê platforma ku kêm jî be xwe dispêre çareseriya yekîtiya demokratîk û aştiyê, tevkariyê li endametiya Yekîtiya Ewropayê bike.

Ewropa di asteke pêşketî de ye. Heta ku bi aliyên ku wê dewlemend dike neyê pejirandin, derfet nîne ku çandên ji cewhera Rojhilat û Rojhilata Navîn derbasî qonaxekê bibe. Parvekirina nirxên Yekîtiya Ewropayê li gorî berjewendiyên wekhev ên hêzên civakî hekariyeke erzan nîne, her wiha sekna li dijî vê yekê jî pêşverûtî nîne."

"Pêvajoya DMME'yê di heman demê de firsendê dide ku em derfetên çareseriyê yên hiqûqê biceribînin, yan jî weke şensekî bi kar bînin. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye jî ji aliyê hiqûqî ve pê ve girêdayî ye, ji eleqedarkirina şexsê min bêhtir, rewşeke giştî radixe pêş çavan. Mafên bingehîn ên sê nifşan ku Neteweyên Yekbûyî jî qebûl dike, yanî mafên medenî yên şexsî, mafên civakî û aborî û mafên gelan û çandan ku bi rengekî azad hebûna xwe diyar bikin, di PMME'yê de hîn bi berfirehî tê pênasekirin û li endaman hemûyan ferz dike ku bi cih bînin. Tirkiye di vê çarçoveyê de yekane welatê endamê Konseya Ewropayê ye ku di serî de xala mafê jiyanê berpirsyariyên xwe bi cih nîne. Di pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê de jî pêwîstiyên Krîterên Kopenhagenê bi cih nîne ku ev krîter vebûna PMME'yê ye."

DI SALA 2'EMÎN A 15'Ê SIBATÊ DE PÊLA NÛ YA SERHILDANÊ

Li Kurdistanê jî girseyên gel di salvegera duyemîn a komploya 15'ê Sibata 1999'an de yanî di Sibata 2001'ê de ji bo azadiya Ocalan li ser piyan bûn. Hêrsa li dijî tecrîda li Îmraliyê bûbû sedem ku Kurd biherikin qadan. Li bajarên Bakurê Kurdistanê hemûyan, her wiha li metropolên Tirkiyeyê mîna Stenbol, Mersîn û Edeneyê meha Sibatê meş û xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gelek bajaran esnafan bi rojan derabeyên dikanên xwe girtin, xwendekaran ders boykot kirin, êvarê jî ji bo deqeyekê ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan lampe dihatin vemirandin. Roja 15'ê Sibatê jî her kesî kincê reş li xwe dikir û rojekê rojî digirt. Di 10'ê Kanûna 2001'ê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi kampanya "Xwedîderketin û Parastina Rêbertî' kir. Ev kampanya wê bibûya xeleka destpêkê ya berxwedana Kurdan wê tevahiya çaryeka sedsala 21'ê de dewam bikira. DMME'yê jî wê biryara xwe ya dîrokî di 12'ê Adara 2003'an de eşkere bikira.

Sibe: Korîdora mirinê