Azadiya hinekan zêde dom nekir
Azadiya hinekan zêde dom nekir
Azadiya hinekan zêde dom nekir
Ji 6 pirtûkên ku Weşanxaneya Eksen derxistî û bi 3’mîn Paketa Darazê azadbûyîn zêde dirêj nekir. Dadgehan di derbarê pirtûkên mijara gotinê dîsan biryara komkirinê da. Sê pirtûkên ku Weşanxaneya Umut’ê jî derxistî hatin qedexekirin.
Bi Zagona hêjmar 6352 ya di nava rayagiştî de weke 3’mîn Paketa Darazê tê naskirin, ji sala 1949’an ve bi sedan pirtûk û kovarên biryara komkirin, qedexekirin, belavkirin û qedexeya firotinê li ser heyî hatin rakirin.
Bi guhertina vê zagona mijara gotinê re çapemeniya desthilatdariya Tirk bi sernivîsên “Şerma 63 salan bdawî bû”, “Êdî ew pirtûk azadin” hatin dayîn. Lê belê ji bo hinek pirtûkan azadiyê zêde dirêj nekir.
6 pirtûkên ku ji aliyê Weşanxaneya Eksen ve hatîn derxistin, careke din hate qedexekirin. DGM’a Stenbolê ku beriya 13 salan biryara qedexe û komkirinê danîbû ser 6 pirtûkan, bi Zagona Hêjmar 6352 hatibû rakirin. Lê belê Dadgeriya Hêjmar 3 ya Stenbolê ku ji 10’mîn madeya TMK’ê berpirse li ser “daxwazê” bi îdîaya ku “propaganda rêxistinê dike” biryara komkirina pirtûkan hate dayîn.
Navê pirtûkên careke din biryara komkirina wan hate dayîn evin:
“Belgeyên Kongreya Avabûna TKIP’ê-Nîqaşên Li ser Rêznameyê -(TKİP Kuruluş Kongresi Belgeleri-Tüzük Üzerine Tartışmalar)
Axaftinên Vekirina û Girtina Belgeyên Kongreya Avabûna TKIP’ê- (TKİP Kuruluş Kongresi Belgeleri Açılış ve Kapanış Konuşmaları)
Programa Rêznameya Partiya Karkerên Komînîst ya Tirkiyeyê- (Türkiye Komünist İşçi Partisi Program Tüzük)
Nirxandinên Partiyê-4-( Parti Değerlendirmeleri-4)
Belgeyên Kongreya Avabûna TKIP-Pirsgirêkên Ewlekarî yên Rêxistinî-( TKİP Kuruluş Kongresi Belgeleri-Örgütsel Güvenlik Sorunları)”
3 PIRTÛKÊN DIN JÎ HATIN QEDEXEKIRIN
Li aliyê din dadgeh biryarên nû yên komkirina pirtûkan didin. Pirtûkên nû yên ji aliyê Weşanxaneya Umut ve hatin weşandin û biryara komkirin û qedexeyê danîn ser evin: “Umut 30 Yaşında( Umut 30 Saliye), Parti ve Devrim Şehitleri Albümü (Albûma Şehîdên Partî û Şoreşê)”, “"İşkencehanelerde kızıl direnme ruhunu yaşatmaya hazır ol (Ji bo jiyankirina rihê sor yê berxwedanê yê di îşkencexaneyê de amade be)” û "Belgelerle TKP/ML-2 Fırtınalar İçinde Bıçak Sırtında"