Ayten Kaplan çû serdanên komeleyên Elewî

Ayten Kaplan çû serdanên komeleyên Elewî

Ayten Kaplan ku xebatê hilbijartinê li Bajarê Bîelefeld ya Almanyayê dimeşîne li herêma Oswestfalen-Lîppe (OWL) bi 9 serokên komeleyên girêdayê Federasyona Yekitiya Elewiyên Almanyayê (AABF) re hat cem hev û ji bo hilbijartinên 22’ê îlonê piştgirî xwest.

Siyasetmedara kurd ya elewî Ayten Kaplan û hevseroka Federasyona Komeleyên Kurd ya Almanayê (YEK-KOM) Yuksel Koç di çarçoveya serdana Bîelefeldê de, li herêma Ostwestfalen Lippe (OWL) bi serokên 9 komeleyên girêdayê AABF'ê re hevdîtin pêk anî û piştgirî xwest. Kaplan û Koç ku bi rêveberên komeleya Eleiyan ya Komleya Çanda Elewî ya Paderborn re hatin cem hev ji hilbijartinên 22’ê îlonê deng xwestin.

Kaplan li vir axaftinek kir û diyar kir ku nifûseke cidî ya elewiyan li Almanyayê dijî û got pirsgirêkên wan yên cidî yên civakî hene.  Kaplan wiha got: “Pirsgirêkê nasname û baweriyê dijîn. Ji bo ev çareser bibin divê di parlamentoyê de bê ziman. Ji bo vê jî divê ji nava civakê kesek bê hilbijartin. Ji ber vê ez wek jineke siyasetmedar ya kurd û elewî dengan dixwazim.

Koç jî da zanîn bi meclisa aştiyê ya bi sazî û lijneyên demokratîk yên Almanyayê re avakirine re berbi avabûnekê ve diçin û got: “Em dixwazin biçin avabûnekê.  Em dixwazin pisgirêkên xwe bînin ziman û bibin yek deng. Divê em bi partiyên siyasî li parlamentoyê bin.  Em di vê mijarê de bi Ayten Kaplan baweri ku dê dema xwe ji bo mafê gelan veqetîne.  Ji ber vê jî em wek YEK-KOM’ê ji bo Ayten Kaplan dengan dixwazin.

JI SEROKÊN ELEWÎ BO KAPLAN PIŞTGIRÎ

Seroka komleya çanda elewiyan a Bîelefeldê Bahar Çoşkun jî da zanîn ku divê Ayten Kaplan ji aliyê hemû komên penaber û Elewiyan ve piştgiriyê bibîne û got Ayten Kaplan hem di jinê û elewiya kurdbûnê de bo wan girînge.

Serokê Komeleya Çanda Elewî ya Pederbornê Huseyîn Tosun jî ew ji bo Kaplan bê hilbijartin dê bang li saziyan bikin û got hêviya wan eve ku bê hilbijartin.

Li aliyê Kaplan ji bilî nûnerên komeleyên Elewî bi şexsiyetên Asurî Suryanî re jî hevdîtin pêk anî.