Ayşegul Dogan: Kurtenavê partiya me 'DEM Partî' ye

Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan diyar kir ku kurtenavê partiya wan wê 'DEM Partî' be.

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîneke çapemeniyê lidar xist.

Ayşegul Dogan têkildarî biryarên nû yên partiyê agahiyên girîng parve kir.

AyşegulU Dogan bal kişand ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a li kurtenavê 'HEDEP'ê û diyar kir ku wan kurtenavê partiyê guhertine.

Li gorî vê yekê kurtenavê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan li şûna HEDEP'ê wê 'DEM Partî' be.