Ayna: Bila kes ji Serok Ocalan û Kurdistanê teslîmiyete nexwaze

Ayna: Bila kes ji Serok Ocalan û Kurdistanê teslîmiyete nexwaze

Rêxistnên BDP'ê yên navçeyên Yenîşehîr, Pîran, Nisêbîn, Erentepe Uzgorurê kongreyên xwe pêk anîn. Di kongreya BDP'a Yenîşehîrê ya Amedê de Parlamentera BDP'ê Emine Ayna, axivî û wiha got: "Bila tu kes teslimiyeta Serok Ocalan û Kurdistanê ji me nexwaze. 

AMED 

Rêxistina BDP'ê ya navçeya navendi ya Yenîşehîra Amedê 2'emîn kongreya xwe ya asayî pêk ani. Kongre li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê pek hat. Li salona kongreyê pankarta "Em hevalên ku bedena wan biçûk û dilê wan mezin silav dikin, de berxwedana wan bê xwedi nemîne", "Me bi Rêber Apo dest pê kir û em dê bi Reber Apo berdewam bikin" û "Dijrêber Amed Şahin Oner şehît namirin", "Wê şehadeta fermandarê PKK'ê dê bibe sedema hilweşandina TC'yê", "Ji dilê Kurdistanê gelê Amedê û Rêber Apo re hezar slav" vekirin. Li salona kongrdeyê wêneyê Fermandarê Herêma Amedê û konseya leşkerî ya HPG'ê ku di 31'ê Kanûna 2012'an de li navçeya Liceye di nava 10 hevalên xwe de jiyana xwe ji dest da Ertem Karabulut (Numan Amed) û wêneyê Şahin Oner ê ku 15'ê Sibatê şermezar dikir ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hatin daliqandin. Di kongreyê de rêz hat girtin û piştre axaftin hatin kirin. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, Saşedarên BDP'ê nûnerên MEYA-DER'ê nûnerên TUHAD-DER, Tum Bel-Sen û Înîsiyatifa Dayikên Aşityê amade bûn. 

Saredarê Yenîşehîrê Selim Kurbanoglu, axaftina vekirinê kir û wiha got. "Ez di şexsê Şahîn Oner de ji kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bejna xwe ditewînim. Ez ji rêveberiya nû re serkeftinê dixwazim. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî operasyonên leşkerî şermezar kir û xwest operasyon bi dawî bibin. 

'Hûn nikarin me teslîm bigirin'

Parlamantera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna jî diyar kir ku heyeta BDP'ê ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bikin çûn Îmraliyê û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî tecrîda 13 salan dê îro yekem car destê xwe bide destê dostan û bêje merhaba. Bifirin rêberê gelekî ji bo ji gel qut bikin çi dikin. Zagonên taybet derdixin. Tirkiye û hêzên navneteweyî ji bo di aliyê ruh, beden û mejî de tenê bihêle û tecrîd bikin si salan proje xêz kirin. Lê li gel van projeyên navneteweyî Birêz Ocalan di ber xwe da. Bi salan e heta niha rûyê dostekî neditiye. Dewlet û hikûmet ji meha mijdarê heta niha bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike. Dewlet tişteki nû nake. Ji sala 93'an heta niha 20 salin hevdîtin tên kirin. Her tim xwestin Serok Ocalan û Kurdistanê teslim bigirin. Lê nekaribûn û dê nikaribin Kurdistanê û Birêz Ocalan teslîm bigirin. Bila kes ji me nexwaze ku Ocalan û Kurdistanê teslîm bikin. Em têkoşîna li hemberî teslîmiyetê didin û ev vê yekê qebûl nakin. Pişxtî axaftinan ji bo Serokê Rêxistina BDP'ê ya Yenişehîrê Huseyin Oguzsoy hat hilbijartin. 

PÎRANÊ

Rêxistina BDP'ê ya Pîranê jî 2'mîn Kongreya xwe li Parka Şaredariyê Pêk anî. Di kongreyê de Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan, Hevserokê BDP'a Amedê M. Emin Yilmaz û sedan kes amade bûn. Kongreyê bi rezgirtinê dest pê kir û pişti axaftin û xwendina raporan bi hilbijartinê bi dawî bû. Pişî hilbijartinê ji bo Serokê Rêxistina BDPê ya Pîranê Alî Karakaş, hat hilbijartin. 

NISÊBÎN 

Rêxistina BDP'ê ya Nisêbêbînê jî 2'emîn Kongreya xwe pêk anî. Kongre li Salona konferansê ya Ape Musa ya Navenda Çandê ya Mitannî pêk hat. Di kongreyê de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Endamên KESK'ê MEYA-DER, KURDÎ-DER'ê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, rêveberên Kooperatifa Dolmîşan, Nûnerê Odeya Esnaf û Sinhetkaran DOKH û gelek welatiyên din amade bûn. Li salonê Posterê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamên HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Disa wêneyê HPG'î Akif Dogan û Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin. Dîsa pankarta "Qirkirina jinê qirkirin civakê ye. Ji qirkirina jinê re êdî bes e!", "Serok Apo rûmeta meye dem dema xwedî derketina Serok Apo ye!" vekirin. Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz û rêveberên din axaftin kiin û piştî axaftinan rapor hatin xwendin. Kongre piştî raporan çû hilbijartinê. Piştî hilbijartinê ji bo Serokê Rêxistina BDP'a Nisebînê A. Barî Eren hat hilbijartin. 

MUŞ 

Rêxistina BDP'ê li bajarokên Lîzê, Neynikê kongreyên xwe pêk anîn. Di hilbijartinê de ji bo Serokê BDP'a Lisê Suleyman Aygun, ji bo Serokê BDP'a Neynikê jî Metin Açik hat hilbijartin. Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendi ya Sêrtê û Rêxistina BDP'e ya semsûrê jî bo kongreyên xwe yên sibê banga tevlêbûnê kirin.