AYM: Desteserkirina nameya ji bo Ocalan binpêkirina maf e

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) desteserkirina nameya Alî Îhsan Dost ê li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê ku xwest ji Rêber Apo re bişîne, weke 'Binpêkirina azadiya agahîwergirtinê' pênase kir.

Rêveberiya girtîgehê nameya ku hate xwestin di 4'ê Adara 2020'î de bê şandin, bi hinceta 'di asta rêxistinî de xwedî naveroka agahîwergirtinê ye' desteser kiribû.

Di nameyê de têkildarî bûyerên li Rojhilata Navîn, pîrozbahiyên Newrozê û mijarên olî nirxandin hebûn.

Alî Îhsan Dost diyar kir ku di nameyê de naverokeke bi guman nîne û îtiraz li biryarê kir.

Lê belê Dadgeha Înfazê ya Bûrhaniyeyê û Dadgeha Cezayê Giran a Bûrhaniyeyê îtiraz red kirin.

JI AYM'Ê BIRYARA TÊKILDARÎ BINPÊKIRINA MAF

AYM'ê serlêdan nirxand û diyar kir ku desteya dîsîplînê û dadgeriyê têkildarî fikar û gumana name bûye sedem delîlek şênber pêşkêş nekirine. Her wiha diyar kir ku nehatiye nîqaşkirin bê name dikare bi beşekî bê şandin an na.

Dadgehê diyar kir ku destwerdana li vê yekê li nava civakeke demokratîk ne pêwîst e û binpêkirina azadiya agahîwergirtinê ye. Biryar ji Dadgeha Înfazê ya Bûrhaniyeyê re hate şandin ku darizandin ji nû ve bê kirin.