Aykol: Feraseta me ya azadiya çapemeniyê cuda ye

Nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol diyar kir, ji bo wan çapemeniya azad ew e ku li gel zext û zordariya hikumetê jî ya rast biweşîne û li aliyê gelan û kedkaran bisekinin.

Nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol ji destpêka salên 1990'î û vir ve li rojnameyên Halk Gerçegî, Ozgur Ulke, Ozgurlukçu Demokrasî nivîsî, edîtorî kir. Aykol diyar kir, ku exlaqê medyayê êdî bi cih nayê anîn û feraseta rojnamevantiya mûxalîf kêm bûye. Aykol ragihand, ku pêvajoya yekdestiya medyayê dest pê kiriye û got, "Bi yekdestbûnê re dest bi karê bi makîneyên mezintir kirin. Ev yek jî bû sedem ku li şûna patronên pîşeyê xwe rojnamevan e, mirovên dewlemend bibin xwediyê organên medyayê. Mirovên ku pereyê wan zêde ye, rojnameyan weke holdîngên xwe, mîna çekekê bi kar anîn. Wan, partiya ku bibe desthilatdar hilbijartin yan jî bûn alîgirê partiya li desthilatdariyê."

Aykol anî ziman ku rojname ji sala 2002'an ve weke medya hêza sermayeya nû û desthilatdariya yek partiyê kar dikin û got, "Ji ber ku partiyeke alternatîf a bi tena serê xwe bibe desthilatdar nîne, pêwîstiyê bi rojnamevantiyê nabînin, tenê gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê dikin manşet, pêwîstiyê bi lêkolînê nabînin û nûçeyên derewîn amade dikin."

'YA KU EM DIKIN AJÎTASYON NÎNE'

Aykol rexneya 'ajîtasyonê dikin' ku li wan tê kirin nirxand û destnîşan kir ku ev rexne ne di cih de ye: "Ji ber ku mijara em di nûçeyên xwe de cih didin wan, berxwedaneke lehengî ya rasteqîn e, bivê nevê lehengiyek û bedewiyek ji ber xwe ve çêdibe. Ji ber ku em wê bedewiyê nîşan didin, dibêjin 'hûn dinepixînin' yan jî 'ajîtasyonê' dikin. Îdîa dikin ku em li gorî hin pîvanên rojnamevaniyê tevnagerin. Bi demê re hate dîtin ku rastî ne wiha ye, berevajî; aliyê li hember li gorî exlaqa medyayê tevnagere."

'FERASETA ME YA AZADÎ Û SERXWEBÛNÊ CUDA YE'

Aykol destnîşan kir ku medya û rojnamevantiya serbixwe, medyaya azad bi tena serê xwe ne tiştek e, ya girîng ew e ku mirov ji ku lê dinere, li ku radiwestin û got, "Li gorî me azadî ew e, ku li gel zext û zordariya hikumetê, yekdestan û sermayeyê, rastiyê biweşîne. Meseleyên din ên ji bilî vê yekê têkildarî alîgiriyê ye. Em alîgirê sermayeyê nînin, em alîgirê kedê ne. Ev yek jî tê wê wateyê ku em alîgirê 90 ji sedî ne. Desthilatdarî ji komeke biçûk a dewlemendan pêk tê. Ji ber vê yekê jî em şaşitiyên sermayeyê, bankayan, generalan vedibêjin, feraseta me ya weşangeriyê wiha ye. Lewma me gotina 'çapemeniya azad' ji bo xwe bi kar tînin. Mebesta me ji vê azadiyê alîgiriya gelan û kedkaran e. Dema ku em vê dikin dilê me gelekî rehet e, ji ber ku nûçeya rastî li vir e."