Aydogan: Biryarên dadgehê wê bibin deqeke reş
Wekîl Aydogan tevlî rûniştina dadgehekê bû, diyar kir ku dadgeh ne serbixwe ne û got: ’’Ev darizandin wê weke deqeke reş li dîroka daraza Tirkiyê bimînin’’
Wekîl Aydogan tevlî rûniştina dadgehekê bû, diyar kir ku dadgeh ne serbixwe ne û got: ’’Ev darizandin wê weke deqeke reş li dîroka daraza Tirkiyê bimînin’’
Wekîl Aydogan tevlî rûniştina dadgehekê bû, diyar kir ku dadgeh ne serbixwe ne û got: ’’Ev darizandin wê weke deqeke reş li dîroka daraza Tirkiyê bimînin’’
Wekîla HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan a girtî, ji ber sedema gotinên xwe yên derbarê kuştina yek ji sê jinên Kurd ên li Parîsê, Leyla Şaylamez û jinên Kurd ên ku li Silopya hatin kuştin, Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bi sûcdakirina ’Propagandaya rêxistinê’’ kiriye, tevlî rûniştina dozê bû. Rûniştina dozê li 2. Dadgeha Cezayê Giran ê Mêrsînê hate dîtin. Li dadgehe Wekîla Êlihê ya HDP’ê Saadet Becerîklî û rêveberên Amedê yên HDP’ê, parêzer amade bûn. Aydoan ji ber sedema ku li Girtîgeha Silîvriyê ye bi SEGBÎS’ê (Sîstema Zanîna Dengî û Dîtbarî) tevlî rûniştinê bû.
’DADGEH NE SERBIXWE NE’
Aydogan di dadgehê de got:
’’Destûra niha bi cuntaya 12’ê Îlonê hatiye danîn. Lê di vê destûrê de jî deslênedana wekîlan heye. Bi xalên nû yên ku li destûrê hatine zêdekirin, rê li ver darizandina wekîlan hate vekirin. Lê girtina wan hê jî li dijî destûrê ye. Li gorî destûrê dema ku wekîl werin darizandin, ji bo ku bikaribin peywira xwe bi cih bînin nikarin werin darizandin. Di hemên demê de biryarên Dadgeha Destûrê jî di vê mijare de heye. Ev darizandin wê weke deqeke reş li dîroka darzana Tirkiyê bimînin.
Pişt3i 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê nehiqûqiyên li qada darazê rû dan ji hêla her kesî ve hate dîtin. Ên ku beriya 15’ê Tîrmehê îdîa dikirin ku dadgeh serbixwe û bêalîgir in, niha jî heman tiştî dubar dikin. Serbixwebûna dadgehên Tirkiyê bûye mijara nîqaşan.’’
’JI BO ÇAVTIRSANDINÊ KUŞTIN’
Aydogan diyar kir, bi raporên ku polîsan amade kiriye hewl didn ku sûc biafirînin û bi berdewamî: ’’Axaftinên min ên ku min di bernameyan de kirine, diyar e ku ne bi mebesta propagandayê ne. Di axaftina xwe de min xwestiye ku kujerên komkujiyê werin hişkerekirin. Daxwaze me ya sereke ye ku kesên di vê komkujiyê de rista wan heye werin darizandin û ev komplo were zelalkirin. Dîsa di axaftina xwe de ji bo Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar min gotiye ku ev siyasetmedar in û hewl tê dayin ku bi kuştina wan jinan çavtirsandî bikin.’’
Parêzerên Aydogan jî diyar kirin axafftinên miwekîla wan kêm hatine dayin, divê di nav çarçoweya azadiya derbirînê de werin nirxandin û xwestin ku miwekîla wan demildest serbest were berdan.
Rûniştin daloqî 7’ê Adara 2007’an bû.