Aydinlar: Divê em di nava HDP'ê bigihêjin hev, xwe birêve bibin

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Herêma 1. a Îzmîrê Aydinlar diyar kir ku HDP dengê hemû derdorên bindest e û anî ziman ku AKP bi provokasyonan re hewl dide hêza wan bişikîne, lê belê ew ê bi ser nekevin.

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Herêma 1. a Îzmîrê Aydinlar diyar kir ku HDP dengê hemû derdorên bindest e û anî ziman ku AKP bi provokasyonan re hewl dide hêza wan bişikîne, lê belê ew ê bi ser nekevin. Aydinlar got, "Li dijî yên vî welatî li me heram dikin divê em di nava HDP'ê de bicivin û xwe bi xwe birêve bibin."

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Rêza 3. a Herêma 1. a Îzmîrê hunermend Pinar Aydinlar, der barê hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de ji ANF'ê re axivî.

Aydinlar bi protestokirina serdegirtin û operasyona polîsan ên li Elmanya û Swîsreyê li dijî Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî (ATÎK) dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ev operasyonên hatine kirin êrîşek li dijî têkoşîna demokrasiyê ye.

'EM Ê BENDÊ DI BINÊ AVÊ DE BIHÊLIN'

Aydinlar ku beriya niha namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bû, diyar kir ku ji hilbijartinên herêmî û vir ve HDP gelekî bi pêş ketiye û anî ziman ku di rewşa heyî de gelên Tirkiyeyê polîtîkaya HDP'ê baştir dîtiye û fêm kiriye.

Aydinlar diyar kir ku HDP ji bo li dijî polîtîkayên zilmê bibe yek deng heye û got, "Gelên Tirkiyeyê yên mexdûrê partiyên sîstemê di nava HDP'ê de dicivin û dibêjin 'em jî hene'." Aydinlar ragihand ku ew bi şêweyekî ne adîl tevlî hilbijartinan dibin lê belê bi hêza ji gelê xwe werdigire re ew ê xebatên hilbijartinê bimeşînin û got, "Partiyên din ên sîstemê ji dewletê hêzê digirin û xebatê dimeşînin. Em bi hêza ji gelê xwe werdigirin re dixebitin. Em ê di vê hilbijartinê de, vê bendê di binê avê de bihêlin."

'NIKARIN HDP'Ê BISEKINÎNIN'

Aydinlar bibîr xist ku hewl tê dayîn bi benda ji sedî 10'an a di destûra bingehîn a cûntaya Kenan Evren de hatiye destnîşankirin pêşî li HDP were girtin û destnîşan kir, ku wê nikaribin vê bi ser bixînin. Aydinlar axaftina xwe wiha dewam kir: "Şopdarên Kaypakkayayan, Mazlûman û Mahîran ên xwedî dîrokeke mezin a berxwedanê ne, di mewziyeke hevpar de civiyan û ji bo pêşeroja gelan dimeşin. Eger li dîroka vê kevneşopiyê binêrin wê bibînin ku hêza kesî têra sekinandina HDP'ê nake. Me mînaka herî baş a vê yekê li Kobanê dît. Bi ruhê berxwedana hevpar a gelan re li Kobanê serketin bi dest ket û vê serketinê nîşanî me da ku yekîtî li her qadê gelekî watedar e. Yên li pêşiya vê hêzê sekinînin jî ketin nava tirs û fikaran."

'JIN WÊ LI NAVENDA JIYANÊ BE'

Aydinlar da zanîn ku dema hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê werin nirxandin wê bê dîtin ku çanda wekhevî û demokrasiyê bi tenê di nava HDP'ê de heye û got, "Em vê yekê dikarin di sîstema Hevserokatiyê de bibînin, di rêjeya jin û mêr ên namzetan de bibînin. Gelê me jî vê dibîne û sempatiya ji bo HDP'ê roj bi roj zêde dibe. Bi feraseta 'jin di navenda jiyanê de cih digirin' em ê jiyaneke nû bi rêxistin bikin. Ne pêkane ku di nava partiyên din ên siyasî de ev yek were dîtin."

'JI HÊZA HDP'Ê DITIRSIN Û SERÎ LI PROVOKASYONAN DIDIN'

Aydinlar da xuyakirin ku partiyên sîstemê ji bo nehêlin daxwazên hevpar ên gelan bikevin Meclîsê bi zanebûn êrîşî HDP'ê dikin û ji bo pêşîgirtina li hêza HDP'ê bal kişand ser hewldanên AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo afirandina provokasyonan.

Aydinlar da zanîn ku bûyera li Agiriyê rû da, bi zanebûn ji aliyê hikûmetê ve hatiye organîzekirin û diyar kir ku AKP ji ber ji hêza HDP'ê ditirse, dixwaze bi provokasyonan re lîstikê zêde bike. Aydinlar got, "Em baş dizanin ku eger rewşeke bi vî rengî rû bide ji ku hatiye û ji ku xwe xwedî dike."

Aydinlar destnîşan kir ku di 7'ê Hezîranê de yên zilmê ji gelan re rewa dibînin wê neçar bimînin hesap bidin gel û got, "Gelek hilbijêrên ku heta roja îro tercîha xwe ji partiyên din re kiribû, êdî di bin sîwanê HDP'ê de civiyane."

'AKP PÊVAJOYÊ QURBANÎ HESABÊ DENGAN DIKE'

Aydinlar ragihand ku yekane hêza aştî û demokrasiyê diyarî gelan bike HDP ye û bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.

Aydinlar diyar kir ku tevî israra Ocalan a ji bo aştiyê AKP hînê ji dil tevnagere û dixwaze pêvajoyê bike qurbanê hesab denagn. Aydinlar bi vî rengî bang li hikûmeta AKP'ê kir: "Hem tuyê bêjî 'pêvajoya aştiyê' hem jî tuyê bi qanûnên Kenan Evren re welêt bi israr bi rêve bibe, hînê li vî welatî zarokan qetil bike. Ev feraset nayê qebûlkirin. Tuyê bêjî 'çi pirsgirêka Kurdan heye', rengên li welêt qetil bike û dûre jî rabe behsa biratiyê bike. Ev gel wê bersiva pêwîst bide we."

Aydinlar ji bo rizgariya ji bin siya faşîzmê ya li welêt, bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. û got, "Em karkerên keda me hatiye dizî, em yên rastî komkujiyan hatine, jinên ku ji ber mejiyê mêr û serdestiyê li nava kolanan tên qetikirin, ciwanên pêşeroja wan tê tinekirin û hemû çep-sosyalîstên bi salane dibêjin 'em li cem gel in', li dijî yên ev welat li me herimandine em li dora HDP'ê bicivin û xwe bi xwe birêve bibin."

KÎ YE?

Pinar Aydinlar a di sala 1979'an de li Stenbolê ji dayik bû, malbata wê ji Aşkale ya Erzîromê ye. Ji 13 saliya xwe û vir ve bi muzîkê re mijûl dibe. Ji 17 saliya xwe û pê ve li gelek saziyên week Komeleya Gel, Komeleyên Pîr Sûltan Abdal hîndekarî kir. Di sala 1995'an de beşa Konservatûarra Dewletê ya Muzîka Tirk a Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê qezenç kir, ji Beşa Zanistiyên Bingehîn mezûn bû. Dûre ji aliyê profesyonel ve dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir. Hem bi hunera xwe hem jî bi nasnameya xwe ya jinê re li cem bindestan û kedkaran cih girt.

Hunermenda ku xwedî 3 albûmên Turku Soylemek Lazim, Kirmizi Gul û Mavî Bîr Duş e, di 25'ê Hezîrana 2009'an de ji ber axaftina xwe ya li mîtîngeke li Meydana Kişla ya Dêrsimê bi daxwaza ragirtina 2 salan doz lê hat vekirin.

Aydinlar a ji ber nêrînên xwe tê darizandin, tevî zexta lê tê kirin jî ji feraseta xwe ya huner û siyasetê venagere.

Di sala 2014'an de di hilbijartinên herêmî de bi Sirri Sureyya Onder re bû namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Rêwîtiya xwe ya siyasî di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de bi namzetiya HDP'ê ya Herêma 1. a Îzmîrê dewam dike.