Aydar: Yekîtî bi hêz dike

Aydar: Yekîtî bi hêz dike

Zubeyir Aydar destnîşan dike ku tevayî hêzên aştî û demokrasiyê dixwazin wê tevlî konferansa li Ewropayê bibin û got ku, dema hêzên guhertin û veguhertinê dixwazin pêkve û bi awayekî rêxistinkirî tevbigerin wê têkoşînê bi hêz bikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, têkildarî Konferansa Gelan a Demokrasî û Aştiyê ya hefteya pêşiya me wê li paytexta Belçîka Brukselê were lidarxistin ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û anî ziman ku wê ev konferans rewşa mirovên li sirgûnê dijîn jî guftûgo bike û wiha dirêjî da axaftina xwe:  "Ligel pirsgirêka Kurd, wê tevayî pirsgirêkên demokratîkbûyîn, etnîk û baweriyan ji bo di potayeke demokrasiyê de werin çareserkirin wê nîqaş çêbibin.”  

Aydar di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku konferansa li Brukselê wê berdewama konferansên Enqere û Amedê be û di aliyê formatê xwe de wê hîn zêdetir bişibe ya li Enqereyê. Aydar der barê beşdarbûna konferansê de jî got ku tevayî hêzên alîgirên demokrasî û aştiyê wê di konferansê de amade bin û daxwazên tevlîbûna ji konferansê re zêde ye û wiha berdewam kir:   "Wê beşdarên konferansê tenê nêrînên xwe yên der barê pêvajoyê de neynîn ziman, di heman demê de li  gorî perspektîfa ku wê çawa tevkariyê li pêvajoyê bikin tevbigerin.” 

Aydar got ku bêguman biryarên li Enqere û Amedê hatine girtin wan jî eleqedar dike û ev tişt gotin, “Ferqa vê konferansê ji her duyên din ev e ku pirranî beşdar nikarin biçin Tirkiyeyê. Mexdûrên Tirkiyeyê ne. Kesên nikarin li Tirkiyeyê siyasetê bikin û kesên hatine sirgûnkirin in. Yek ji mijara konferansê jî ev e  ku pêwîst e mexdûriyet ji holê were rakirin, kesên sirgûn bûne careke din vegerin û rêya siyasetê were vekirin.  Dîsa ferqa vê konferansê ji yên din jî wê xebatên lobî û dîplomasiyê bin. Ji ber konferans li Ewropayê tê lidarxistin, ji bo pêvajoya aştî û demokrasiyê ji tevayî cîhanê re vebêje wê wezîfedar be. Dê ev jî di mijara piştgirîstendina ji raya giştî ya demokratîk de bibe xebatek. Her wiha mijarên li Enqere û Amedê hatine nîqaşkirin wê di rojeva me de be."

Aydar di dewama axaftina xwe de da xuyakirin ku Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk a ku demokrat, welatparêz, kesên pêşverû û sosyalîstên Tirkiyeyê û Kurdistanê têde cih digirin girîng e û wiha axivî: “Tevayî pêkhateyên Platforma Yekîtiya Demokratîk beşdarî konferansa me dibin, ji lewra ev konferans wê hêz bide vê platformê jî bi vî awayî bingeha ku ev platform di pêkhateyên din re bigihîje hev çêdibe. Konferansa hem li Bruksel û hem jî li Enqere, wê tevkariyê  yekîtî û rêxistinkirina hêzên ku li Tirkiyeyê guhertinê dixwazin bike. Her du konferans di mijara  derketina alternatîfeke demokratîk de wê bingehekê çêbike.”