Aydar: Hedefa azadiya hemû nasnameyên etnîk û olî ye

Aydar: Hedefa azadiya hemû nasnameyên etnîk û olî ye

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar bertek nîşanda ku, di van deman de pêvajoya çareseriyê li Elewiyan tê nîqaşkirin û got, tevgera Kurd azadiya hemû nasnameyên etnîk û olî hedef digire.

Aydar di daxuyaniya dayî de bersiva gotinên taybet piştî pêvajoya çareseriyê destpêkir, derdorên nêzî CHP’ê yên weke “Elewî ki kudera vê pêvajoyê ne? Elewî tên dûrxistin” û balkişande ser bûyerên piştî li Zanîngeha Dîcleyê rûdan û bersiv da îdiayên weke “Elewiyên klîk yên di nava BDP’ê de van bûyeran sor dikin.” Aydar da diyarkirin, di vê mijarê de him daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên KCK’ê hene, Aydar destnîşan kir ku, tevgera Kurd tevgerekî çep-sosyalîst- demokrate û wiha got: “Ji qedema herî jor ya rêvebertiyê bigire heya sempatîzanê wê, di nav de her cûre mirov û bawerî hene. Tu kes li gorî etnîk û baweriyê muameleyekê nabîne. Her kes wek heve, her kes rêhevale û her kes hevale.”

Aydar da zanîn ku, di vê pêvajoya çareseriyê de ne tenê nasnameya Kurd, azadiya hemû nasnameyên etnîk û olî yên hatine dûrxistin, azadiya wan, bi awayek azad îfade kirin, jiyan û dana jiyankirin her wiha sazîbûna wan hedef digire. Aydar destnîşan kir ku, “Di vê çarçoveyê de pêwîste mafên mirovên me yên Elewî yên mafdar û rewa bêy kêmasî bêne pêşwazî kirin. Ev daxwaz weke tevger daxwazên me ne jî. Di vê çarçoveyê de bêy ku du diliyê jiyan bikim dê îmzeya xwe bi avêjim bin 12 daxwazên di encamnameya konferansa Konfederasyona Yeketiya Elewiyên Ewropayê ku beriya 10 roj pêk hatibû.”

Aydar da zanîn ku, di nava Tevgera Azadiya Kurd de li ser bingehê olî behsa grûpbûyînê kirin, tê wataye ku tiştekê ji tevgera Kurd nizane û wiha got: “ Yên ku vê îdia dikin, bigotinek herî sivik yan cahêlin, yan jî di tarîtiyê de ne. Di heman demê de ev weşanên bivî awayî, weke heqaret û bêhurmetiyê li hemberî girseya me ya Elewî û cemaeta Elewî dibînîn. Û didim diyarkirin ku, em dê heya dawî li hemberî hewildan û gotinên bi vî awayî rawestin.”