Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Aydar: Dem dema azadkirina Serok Apo ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û got, "Êdî dem hatiye ku Serok Apo bê azadkirin. Nabe ku rewş bi vî rengî dewam bike."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar li paytexta Swêd Stockholmê, bi rayedarên partiyên siyasî yên ku komên xwe li parlamentê hene, rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas, endamên çapemeniyê û nûnerên saziyên Kurdan re hevdîtin kir.

Aydar ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wan di hevdîtinan de mijara derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê nirxandine û bal kişandine ser kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Aydar bi bîr xist ku Swêd endamê Yekîtiya Ewropayê ye, Yekîtiya Ewropa jî her 6 mehan carekê lîsteya rêxistinên terorê ji nû ve dinirxîne û destnîşan kir, lîste lîsteyeke neadîl e û hebûna navê PKK'ê ya li lîsteyê nayê qebûlkirin.

'LÎSTE DESTÊ ERDOGAN XURT DIKE'

Zubeyîr Aydar bal kişand ser zerara ku hebûna PKK'ê ya li lîsteyê digihîne hêzên demokrasiyê, Kurdan û dostên wan û anî ziman ku dewleta Tirk û AKP bi bikaranîna lîsteyê êrişî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd dike.

Aydar got, "Lîste destê Tayyîp Erdogan û şerxwazên mîna wî xurt dike. Hebûna navê PKK'ê di lîsteyê de ji bo êrişên xwe yên li dijî Kurdan dike hincetek. Lewma demeke dirêj e ku em dixwazin PKK ji lîsteyê bê derxistin. Doza Olof Palme ya li Swêdê meha Hezîranê qediya, dosya hate girtin. Xwestin ku kuştina Olof Palme bixin stuyê Kurdan. Ev yek sûcdariyeke neheq bû. Piştî 34 salan dewletê qebûl kir ku ti pêwendiya Kurdan bi kuştina Olof Palme re nîne."

'DIVÊ MEXDÛRIYET JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'

Aydar bi bîr xist ku bi bûyera kuştina Olof Palme re Kurd weke terorîst û sûcdar hatin nîşandan, Kurd hatin mexdûrkirin û got, "Niha piştî 34 salan dibêjin 'Kurdan bûyer nekirine'. Lê belê ev yek ne meseleyeke welê biçûk e ku bê nixumandin. Rêveberiya Swêdê deyndarê Kurdan e. Dema ku dosya hate girtin saziyên Kurdan daxuyanî dan û li benda lêborînê man. Hîn jî lêborîn nehatiye xwestin. Ji bo me lêborîneke ji rêzê nayê qebûlkirin. Piştî ewqas mexdûriyeteke giran, lêborînek têrê nake."

Aydar destnîşan kir ku rêya jiholêrakirina mexdûriyetê ew e ku Swêd mohra xwe ya li binê lîsteya rêxistinên terorê vekişîne.

Zubeyîr Aydar diyar kir ku Kurd demeke dirêj e ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin ji aliyê hiqûqî ve têdikoşin û got, "Lêgerîna me ji bo edaletê ye. Em dixwazin vê lêgerîna xwe ya li edaletê jî bikin malê raya giştî. Em vê yekê ne tenê li Swêdê, li welatên cuda jî dikin. Em ê teqez bi ser bikevin û bikin ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin."

'AZADIYA SEROK APO AZADIYA ME HEMÛYAN E'

Aydar di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di hevdîtinên li Swêdê de wan der barê kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî parve kirine û bersivên erênî wergirtine û got, "Divê azadiya Ocalan, meseleya derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst û pêkhatina aştiyê bi hev re bên nirxandin. Hiştina navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorîst zerareke mezin dide lêgerîna ji bo aştiyê. Serok Apo ew lîder e ku Kurdan ji bo aştiyê amade dike. Muzakerevanê sereke ye. 21 sal in di nava çar dîwaran de tecrîdkirî ye. Demeke dirêj e nikare parêzer û malbata xwe bibîne. Agahî jê nayê girtin. Rewşa Serok dişibe rewşa lîderê ANC'ê Nelson Mandela. Kurdan û dostên wan ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyayê kirin. Dem hatiye ku Serok Apo bê azadkirin. Nabe ku rewş bi vî rengî dewam bike. Pirsgirêk pirsgirêka şexs nîne, pirsgirêka saziyî ye. Êrişa li dijî wî êrişa li dijî me hemûyan e. Azadiya Serok Apo azadiya me hemûyan e."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bal kişand ser zêdebûna zextên li Îmraliyê û zextên li ser gel û got, "Divê azadiya Serok Apo weke azadiya şexsekî neyê dîtin. Me hemûyan eleqedar dike, bandorê li me hemûyan dike. Azadiya wî gava ji bo demokratîkbûn û aştiyê ye, lêgerîna li edaletê ye. Azadkirina Serok APo wezîfeya exlaqî, siyasî û mirovî ya me hemûyan e."