BI DÎMEN

‘Avahiya Şaxa 1’emîn a Gayrettepeyê bila bibe muzeya şermê’

ÎHD û TÎHV ên li cihê avahiya Midûriyeta Polîsan a Bajêr a li Gayrettepeyê ku berê navenda êşkenceyê bû daxuyanî dan û wiha gotin, “Şaxa 1’emîn a Gayrettepeyê bila bibe muzeya şermê.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di çarçoveya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakiriyên di Bin Çavan de ya Navnetewî li cihê avahiya Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê ya berê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaxa 1’emîn a Gayrettepeyê sembola windakiriyên di bin çavan de û kuştinên di îşkenceyê de ye. Em ê ji bîr nekin” hate vekirin.  

Daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yoleriyê ve hate xwendin. 

Yolerî, diyar kir ku avahiya Midûriyeta Polîsan a Bajêr a li Gayrettepeyê ku heta dawiya sala 1994’an xizmet da “Navenda Êşkenceyê” ye û ev tişt gotin: “Bêyî ku hesaba êşên hatine kişandin bê dayîn, edalet were pêkanîn avahî hate hilweşandin. Bêyî hevrûbûn û hesabpirsînê ne pêkane ku êşkenceyên hov ên diqewimin an jî windakiriyên di bin çavan de bên ji bîr kirin. Ji bo ku careke din heman sûc neyên kirin û êşên hatine kişandin bên bidawîkirin dixwazin şûna avahiya hatiye hilweşandin ‘muzeya şermê’ û bîrdariya ku sûcên li dijî mirovahiyê sembolîze dike were çêkirin.”

Yolerî, ya îşkence, kuştin û windakiriyên di bin çavan de ên li Gayrettepeyê qewimîn bi bîr anî wiha got: “Ne tenê Stenbol, hemû erdnîgarî bi sûcên li dijî mirovahiyê hate reşkirin. Cemîl Kirbayir ê li Goleya Qersê hate binçavkirin hate windakirin, gora Veysel Guney ê piştî 12’ê Îlonê hate darvekirin hate windakirin, ji sala 2018’an ve Yûsûf Bîlge Tûnç winda ye û rastî bi gotina ‘sira dewletê ye’ tê veşartin û hemû faîl bi zirxa necezakirinê tên parastin.”

‘BILA MUZEYA ŞERMÊ BÊ ÇÊKIRIN’ 

Yolerî, destnîşan kir ku ji bo ev polîtîka bi dawî bibin divê “hevrûbûn” û “hesabpirsîneke” rast pêk were û herî dawî ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê parastina hafizayê, veguhestina nifşên nû hewcehiyeke. Weke Sansaryan Han (Şaxa 2’yemîn) a hate hilweşandin û otel lê hate çêkirin, Sûltanahmet û Girtîgeha Bayrampaşayê em ê destûrê nedin ku tiştên qewimîne bên jibîrkirin. Em dixwazin şûna avahiya Şaxa 1’emîn a Gayrettepeyê ‘muzeya şermê’ were çêkirin û ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û hatine êşkencekirin li vê qadê bîrdariyek were çêkirin.”