'Avabûna Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan rûbirûbûna rasteqîn e'

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu ji bo pêvajoya rûbirûbûnê xwest Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan were avakirin û nerazîbûn nîşanî provokasyona AKP'ê ya li Agirî da.

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu ji bo pêvajoya rûbirûbûnê xwest Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan were avakirin û nerazîbûn nîşanî provokasyona AKP'ê ya li Agirî da.

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, xebatê kolandinê yên Qirkirina Dêrsimê 38 û provokasyona li Agirî, ku di demên dawî de cihekî berfireh di rojevê de girtin, ji me re nirxand.

Onlu bal kişand ser girîngiya Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û got, "Ji Dêrsim 38'an heta Mereş, Sêwas, Madimak, Çorûm, Helepçe û komkujiya Roboskî ya dema nêz, têkoşîna me ya hebûnê dewam kir û dewam dike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em rûbirûbûnê erênî dibînin. Li gel vê yekê, em avabûna Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan girîng dibînin. Ji bo Qirkirina Dêrsim 38, Qirkirina Ermeniyan, ji bo Mereş, Sêwas, Çorûm, Helepçe û Roboskî bi tenê rastiyek heye. Ew jî rûbirûbûna bi zilm, zext, komkujî û qirkirinan re ye. Rêya yekane ya vê jî Komîsyona Lêkolînkriina Heqîqetan e. Gelên herêmê ji ber ziman, bawerî, nasname û çanda xwe gelek zilm dîtin.  Weke civakên zilm, zext dîtine û tine hatine hesibandin em îro di nava Partiya Demokratîk a Gelan de kom bûne. Em ê hêza xwe nîşan bidin û bi Partiya Demokratîk a Gelan re em ê têkoşîna xwe ya hebûnê bi pêş ve bibin."

BENDA JI SEDÎ 10'AN HEM LI DIJÎ SÎNEMAYÊ HEM JÎ LI HEMBERÎ XWEZAYÊ YE

Onlu da zanîn ku pêvajoya ew tê de derbas dibin, samîmiyetê ferz dike û anî ziman ku di demeke bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyalog-muzakere tê meşandin de sansurkirina dokûmantera Bakur a li ser PKK'ê, rûyê rast ê dewletê derxistiye holê.

Onlu ragihand ku divê were zanîn; astengkirina dokûmantera Bakur sansurkirina azadiyê ye û got, "Ji ber vê yekê em dixwazin careke din vê bibîr bînin; li pêşiya Partiya Demokratîk a Gelan astengiya benda ji sedî dehan a hilbijartinê nîne. Ji ber ku em îro bi hêz û desteka dikare vê bendê hilweşîne re gavê diavêjin. Benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an divê bi tenê weke astengiya li pêşiya HDP'ê neyê dîtin. Di heman demê de astengiya li pêşiya demokrasî, aştî, biratî û sînemayê ye. Lewma yekane rêya rakirina vê astengiyê, bi HDP'ê re gav avêtine."

Onlu da zanîn ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan wê li Meclîsê ne tenê parlamenter bin û got, "Em ê ne tenê weke parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan biçin parlamentê. Di heman demê de em ê bi çand, bawerî û zimanên bi sedan salan tine hatine hesabiandin re, li wan rêzên Meclîsê mozaîka biratiya gelan ava bikin."