Ataş: Heta ku daxwazên me bi cih bên anîn, çalakî wê dewam bike

Ji çalakgerên greva birçîbûnê Şîvekar Ataş got, "Heta ku daxwazên me bi cih bên anîn em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rengê bêdem û dorveger dest pê kir, mehek li pey xwe hişt. Greva birçîbûnê bi koma 7'an dewam dike.

Şîvekar Ataş ku 2018'an li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tevlî greva birçîbûnê bûbû, di greva birçîbûnê ya 27'ê Mijdarê de li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê cihê xwe di nava koma 3'emîn de girt.

Ataş bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û girtiyên di grevê de ne hemû silav kir. Ataş diyar kir ku wê dest ji greva birçîbûnê bernedin û got, "Eger hûn dixwazin sala 2021'ê em sax bin, wê demê xwedî li greva birçîbûnê derkevin. Bêguman em naxwazin bmirin; lê belê em dixwazin gelê me xwedî li greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdê derkevin. Em ji vê derê silavên xwe ji zindanan hemûyan re dişînin. Heta ku daxwazên me bi cih bên anîn têkoşîna me wê dewam bike."