ATÎK'ê li dijî êrîşên nîjadperest helwest nîşan da

ATÎK'ê li dijî kuştinên ji ber nîjadperestiyê helwest nîşan da û got, ''Heta avakirina cîhaneke ku nîjadperestî û cihêkarî lê neyî em ê ji kuçeyan veneqetin.''

Konfederasyona Karkeran a Tirkiyeyiyan a Ewropayê (ATÎK) axuyaniyeke niviskî da. ATÎK'ê bi daxuyaniyê de Halim Dener, Oury Jalloh, Berkin Elvan, Barış Çakan ku bi bîr anî û got, 25'ê Gulanê li Mînneapolîsê ji hêla polîsekî ve kuştina George Floyd bû dilopa dawî ku ser ve biçe û nîşan da bê ka nîjatperestî û tundiya polîsan tiştekî çawa ye.

ATÎK'ê li dijî kuştina Floyd prosteyên ku li cîhanê têne krin bi bîr xist û got ew çalakiyan slav dikin.

Li ser helwesta Serokê DYE'yê ya li bara Antîfa, ku Trûmp Antîfa weke rêxistina terorê ragihand, ATÎK'ê got, antî-faşîzm jiyanê rizgar dike û heta k nîjatperestî û tundiya polîsan li ser jiyana me taloke be nasekine.

ATÎK'ê got, ''Li dijî tundiya polîsan û nîjatperestiyê çalakiygeran ku derketina kuçeyan, em piştevanê wan in! Heta avakirina cîhaneke ku nîjatperestî û cihêkarî lê neyî em ê ji kuçeyan veneqetin.''