Asayîşa Efrînê bombeya di nav gelaş de bêbandor kirin

Asayîşa Efrînê bombeya di nav gelaş de bêbandor kirin

Li Efrînê hêzên Asayîşê bomebeyek ku bi destan hatibû amadekirin dîtin û bêbandor kirin.
Îro di demjimêrên nîvro de xebatkarên paqijkirinê li Efrînê di nava gelaş de kîseke bigûman dîtin û hêzên Asayîşê agahdar kirin. Li ser wê, hêzên asayîşê cihê bûyerên xistin bin ewlehiyê. Di encama lêkolînê de diyar bû ku, di kîsê di nava gelaş de bombeya ku bi destan hatiye amadekirin heye.  Bombe ji aliyê pisporan ve hatin bêbandor kirin.
Çavkaniyek ji Asayîşê diyar kir ku, îro di demjimêr 12.00’an de xebatkarên berhevkirina gelaş ew agahdar kirine ku kîsekî bigûman di nava gelaş de heye. Asayîşa Efrînê da zanîn ku, di kîs de 10 kîlo TNT hebû. Endamê Rêveber di Asayîşê de bang li welatiyan kir da ku bi wan re alîkar bin û hemû tişên bigûman wan agahdar bikin.
Berî niha çend bombeyên bi destan li Efrînê hatibûn teqandin û di encam de welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Hinek endamên El Partî û Azadî li xwe mikur hatibûn ku wan teqîn pêkanî ne.