Artêşa Tirk Kurdistanê dişewitîne, ekolojîst ji Stenbolê wê biçin hawarê!

Artêşa Tirk li Dersim û Amedê çiyayên Kurdistanê dişewitîne. Ekolojîstên li Stenbolê biryar dan ku biçine Stenbolê.

Duh li Dersim Ocavikê, leşkerên Tirk li daristanên Sevqu û Xezkû şewat derxistin. Şewata li herêmê zû geş bû û heta niha ji bo şewat were tefandin tiştek nehatiye kirin.

Spedeyê wekîlê Dersimê yê HDP'ê Alîcan Onlu û Hevserokên HDP'ê yê Dersimê Nurşat Yeşîl û Ubrahîm Kasûn xwestin ku biçine gundê Xezkû. Lê leşkerên Tirk nehiştin ku HDP'yî biçin.

Her wiha li taxa Derkam a Licê ya Amedê jî leşkerên Tirk li nêzî qereqolê şewat derxist. Li gorî agahiyên ku hatine standin leşkerên Tirk li qada derdora baregehê şewat derxistiye. Ji ber sedema ku şewat li nêzî jîgehan e gel ditirse ku şewat bigihije gundên wan.

Berevanên jiyanê yên li Stenbolê û 34 rêxistinên ekolojiyê, daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ew ê biçine Kurditanê. Ekolojîst ji bo ku şewata ekolojiyê lêbikolin û piştevaniya berevanê jiyanê bikin wê biçine Dersimê.

Rêxistinên ekolojiyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî têkilî otobêsên ku wê ji Stenbolê rabin ev agahî dan: ''19:00'an Osmanbay (derketina metroyê ya Pangalalti), 20:00 Kadikoy (Pêşiya Dika Haldûn Taner), têkilî: 05334277219.''