Artêşa Tirk gundên Şehbayê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Malikiyê û Mernaz ên girêdayî herêma Şehbayê bombebaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Malikiyê û Mernaz ên girêdayî herêma Şehbayê bombebaran dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, artêşa Tirk û çeteyên wê ku li Ezazê hatine bicihkirin, gundên Malikiyê û Merenaz ên girêdayî Şehbayê bombebaran dike.
Bomberanana dewleta Tirk û çeteyên wê didome. Di encamê de gelek zirar gihişte mal û zeviyên gundiyan.