Artêşa Sûriyeyê hêz bir ser sînorê Iraqê
Artêşa Sûriyeyê û tifaq Şîa, hêzên xwe yê li herêma ser sînorê Urdun û Iraqê zêde kir.
Artêşa Sûriyeyê û tifaq Şîa, hêzên xwe yê li herêma ser sînorê Urdun û Iraqê zêde kir.
Li çola li ser sînor, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê xwe vekişandin, komên çekdar ên koalîsyon destekê dide wan, hewl dide kontrola xwe xurtir bikin.
Çavkaniyên herêmî û medya rojavayî ragihandin, ku bi sedan leşkerên Sûriyeyî û milîsên Şîa yên Îran destekê didin wan, tevî tank û çekên giran li gundê Sabaa Biyar bi cih bûne.
Ev gundê li ser rêya stratejîk a navbera Şam û Bexdayê, hefteya bihurî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kontrolkirin.
Tê gotin, rejîma Şamê hewl dide nehêle ku ev valahî ji aliyê komên çekdar ên destekê ji DYA dibînin ve bê dagirtin.
Komên çekdar ku xwe weke artêşa azad a Sûriyeyê bi nav dikin, ev du meh in hewl didin pozîsyona xwe ya li herêmê xurtir bikin.
Ev komên navborî, ji Bîr Kasab a bi 50 kîlometre li başûr rojhilatê Şamê ye heta sînorê Iraq û Urdunê vê herêmê kontrol dikin. Balafirên şer ên Sûriyeyê di Sêşema bihurî de êrîşî nuqteyên artêşa azad ên li ser sînorê Urdunê kiribûn.