Armanca hilbijartinê ya li Lînzê tê mezinkirin

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, di civîna duh a Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê de hat plankirin ku heta 8'ê Gulanê bi 4 hezar kesî re têkilî were danîn.

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, di civîna duh a Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê de hat plankirin ku heta 8'ê Gulanê bi 4 hezar kesî re têkilî were danîn.

Ji bo Hilbijartinên Giştî yên 7'ê Hezîranê, xebatên Kurdistanî û demokratên Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, bi berfirehî dewam dikin.

Komîsyona hilbijartinê ya Lînzê civîna xwe ya peryodîk duh lidar xist. Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têoşîna azadiyê destpê kir de hat ragihandin ku heta niha bi gelek mirovên li herêma Lînz û derdora wê re têkilî hatiye danîn û armanc heta 8'ê Gulanê xwegihandina 4 hezar mirovî ye. 

Endamên Komîsyoên dan xuyakirin ku gelek hilbijêr dixwazin weke dilxwaz ji bo HDP'ê bixebitin û diyar kirin ku di komîsyonên hilbijartinê yên li bajêr, di xebatên li qadan de HDP li eleqeyeke mezin rast tê.

Di civînê de her wiha ji bo şeva piştevaniya HDP'ê ya 26'ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 13:00 a li Lînz Neues Rathausê, banga tevlîbûnê hat kirin.