HDP xebatên xwe yên li paytexta Elmanya Berlînê dewam dike. Ji berdevkên Navenda Agahdariyê ya Berlînê Işik anî ziman ku gelek beşên civakê yên li bajêr li dora HDP'ê civiyane û armanca wan bidestxistina 20-25 hezar dengî ye.
HDP, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên li Ewropayê dewam dike. Di serî de li Elmanya HDP dixwaze li tevahiya Ewropayê bi qasî 400 hezar dengî bi dest bixe. HDP li paytexta Elmanya Berlînê bi 5 buroyên hilbijartinê û bi dehan komîsyonan re xebatên xwe yên hilbijartinê dewam dike. Partî bi vê xebata xwe de dixwaze li Berlînê 25 hezar dengî bi dest bixe.
5 BURO Û BI DEHAN KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN
Ji berdevkên Navenda Agahdariyê ya HDP'ê ya Berlînê Cezaîr Işik anî ziman ku wan di meha Çileyê de bi avakirina platformê re dest bi kar kirine. Işik ragihand ku heta 27'ê Adarê wan bi giranî xebatên qeydkirina hilbijêran meşandine û dûre dest bi karê propagandayê kirine. Işik got, "Niha li navenda Berlînê, taxên Kreuzberg, Neukolln, Weddîng û Marzahnê, me 5 buroyên hilbijartinê ava kirine û bi pêşengiya van buroyan bi rêya bi dehan komîsyonan xebatên hilbijartinê dimeşînin. Em civînan lidar dixin, li kolanên qelebalix standan vedikin û belavokan belav dikin. Mal bi mal, kargeh bi kargeh em digerin. Ev karê me wê heta 31'ê Gulanê dewam bike. Li gel vê yekê bi rêya medya civakî em hewl didin xwe bigihînin derdorên me xwe negihandinê. Weke HDP'ê li Berlînê armanca me 20-25 hezar deng e."
'EV YEKGIRTIN DIVÊ PIŞTÎ HILBIJARTINÊ JÎ DEWAM DIKE'
Işik da zanîn ku ew ê di 3'ê Gulanê de jî şevekê lidar bixin. Işik ragihand ku gelek saziyên çep, demokrat û ji baweriyên cuda yên li Berlînê li dora HDP'ê civiyane û destnîşan kir ku ew dixwazin ev yekgirtin piştî hilbijartinan jî dewam bike. Işik herî dawî bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.