Êrîşên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li hember Çapemeniya Azad her ku diçe dijwartir dibin. Desthilatdariya ku naxwaze heqîqet bigihêje gel, rojnamevanan qetil dike, binçav dike û digire û xwegihandina hesabên medyaya dîjîtal û malperan asteng dike.
Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Arjîn Dîlek Oncel, der barê binçavkirin û girtina rojnamevanan de ji ANF'ê re axivî.
Arjîn Dîlek Oncel, anî ziman ku ew her roj bi operasyonên nû yên binçavkirina rojnamevanan re çavên xwe vedikin û got, “Di 17’ê Çileyê de bi ser malên rojnamevanan de hatibû girtin û 6 hevrêyên me hatin binçavkirin û girtin. Piştî sala 2020'an em dikarin bêjin ku êrîşên li ser Çapemeniya Azad bi awayekî sîstematîk zêde bûne. Di rastiyê de her serdegirtin, operasyon û lêpirsîn hewldanek ji bo astengkirina mafê gel ê agahî wergirtinê ye.”
Arjîn Dîlek Oncel, li ser sedemên ka çima desthilatdarî çapemeniya azad hedef digire jî ev tişt gotin, “Weke ku hûn jî dizanin, ev demeke dirêj e bi polîtîkayên şerê qirêj êrîş li dijî Kurdan tê kirin. Bi taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîş hene. Rastiyek heye ew jî desthilatdarî di van polîtîkayên şer de israr dike. Her wiha rastiya Çapemeniya Azad a ku van siyasetên şer bi hemû vekirîbûna xwe û hemû binpêkirinên xwe ji raya giştî re nîşan dide heye. Ji ber vê yekê desthilatdarî bi hedefgirtina Çapemeniya Azad re hewl dide rastiyê binixumîne."
Arjîn Dîlek Oncel, diyar kir ku li dijî her cure zextên desthilatdariyê yên sistematîk ew ê her rastiyê ragihînin û got, “Hevrêyên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, ji ber rastiyê şer teşhîr dikirin, hatin qetilkirin. 6 hevrêyên me di rojên dawî de hatin girtin. Lê rojnamevanên çapemeniya azad ji bo ku binpêkirinan, hilweşîna aboriyê ya ji ber şer, tundiya li ser jin û destdirêjiya li hemberî zarokan ragihînin, bênavber dixebitin.”
Arjîn Dîlek Oncel, di dawiyê de bal kişand ser girîngiya hevgirtina bi çapemeniya azad re û got, “Eger îro hewl didin me bêdeng bikin, sibe dor wê ya wan be. Ji ber ku ev desthilatdarî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Ji ber vê wê her rojnamevanekî ku li gorî berjewendiyên wê tevnegere, bike hedef."