Arinç: Ne hewceya pirsa ‘Bi çek an ne bi çek’ bê pirsîn

Arinç: Ne hewceya pirsa ‘Bi çek an ne bi çek’ bê pirsîn

Cigirê serokwezîrê tirk Bulent Arinç pirsên rojnamegeran yên der barê rojevê de nirxand û der barê biryara KCK’ê ya vekişîna 8’ê Gulanê de wiha got: “Hewce bi pirsa bi çek an ne bi çek, nîne. Çawa hatin dê wisa biçin.”

Arinç wiha got: “Rêxistina li Qendîlê diyar kirin ku bi çekên xwe dê vekişin.  Asta ku em hatin girînge.  Ev 40 sale  her kesê ku xwedî gotine xwestiye teror bi dawî be.”

Arinç wiha pê de çû: “Em dibînin ku hinek siyasetmedar heqeretan dikin. Ez vana  ji nedîtive dibînim. Dema şîdet bi dawî bû, teror bi dawî bû, yên ku xwe bi şîdetê xwedî dikin dê wê demê çi bikin.  gelê me vê dibîne.  pêvajo li gorî me plankiriye bi rêve diçe. Lê divê em xwe ji çalakiyên ku vê rê dixetimîne xwe dur bikin. Li Tirkiyeyê her kesê dixwaze piştgiriyê bide pêvajoyê xebatê bimeşîne.

Arinç di berdewamiya axaftin axwe de got; Her tişt hatiye fikirîn û plankirin. Pirsa bi çek an jî ne bi çek, ne hewceye.  Çawa hatin dê wisa welat terk bikin. Em ne li bende ku destê xwe j ime re li ba kin.  Ew jî rê dibin ber mîlîtanên xwe. Dibe ku ew jî argumanên cuda bikartînin.”

Arinç nêzîkariya CHP û MHP’ê jî nirxand û got: “CHP nizane çi bike. Ez MHP’ê nihekî din zêdetir fêm dikim.  Gotinên wan ev 30 sale neguheriye.  Hikûmetê reş dike.”
berfin nuda