Leşkeran li gundê Awyanê yê girêdayî Bajaroka Bajêrgan a navçeya Gevera Colemêrgê, di 29'ê Cotmehê de zilamê bi navê Şeralî Derelî (61) 50 metre nêzî goma wî ya sewalan kuştin. Dîmenên piştî bûyerê hatibûn kişandin derketin holê. Di dîmen de, cenazeyê Şeralî Derelî li erdê ye û bi kamuflajên eskerî ser hatiye girtin. Dîsa leşker li dora wî kom bûne û bi çekên lûledirêj nobeta wî digirin.
Kesek dîmen de diaxive û wisan tê fêm kirin ku biraziyê Derelî ye, dibêje ku “Kesê niha li erdê dirêj kiriye apê min e. Apê min 20-30 metre jorê gund (ronahiyên gund nîşan dide), li ser hev gule li wî reşandin. Sibe ne du sibe wê bêjin, Sibê wê bibêjin di destê wî de teqemeniya C-4 hebû. Lê apê min zilamekî 60 salî ye û tu sûcê wî tune.”
Heman welatiyê di vîdeoyê de, di dema ku diçin cenaze bigirin, esker gule û bombeyên gazê davêjin wan de, dibêje: “Va ye, dewleta ku jê re dibêjin Tirkiye ev e” û apê xwe yê li erdê cardin nîşan dike. Di vîdeoyê de, gelek leşkerên çekdar xuya dikin û dengên qîrîniya xizmên Derelî tên bihîstin.