ANYAKAY-DER: Divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Hevseroka ANYAKAY-DER'ê Sûltan Karasû diyar kir ku ji ber metirsiya vîrûsa Covîd-19 ew rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meraq dikin û xwest, hevdîtin pê re bê kirin.
Hevseroka ANYAKAY-DER'ê Sûltan Karasû diyar kir ku ji ber metirsiya vîrûsa Covîd-19 ew rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meraq dikin û xwest, hevdîtin pê re bê kirin.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Girtiyan re ya Anatoliyê (ANYAKAH-DER), li ser rewşa girtiyên li Îmraliyê û girtîgehên din daxuyaniyek da.
Hevseroka ANYAKAY-DER Sûltan Karasû li civîna çapemeniyê ya li navenda avahiya xwe ya li Fatîhê axivî û nerazîbûn nîşanî pêşnûme qanûna AKP-MHP'ê ya li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê da qebûlkirin.
Karasû bi bîr xist ku girtiyên siyasî nakevin ber guhertinê û li dijî pîvana hiqûqî û wekheviyê ye.
Karasû bal kişand ser rewşa Ocalan û destnîşan kir ku bala raya giştî li ser rewşa tenduristiyê ya Ocalan e.
Karasû got, ji ber vê yekê divê tavilê malbat û parêzerên Ocalan karibin hevdîtinê pê re bikin.
Karasû her wiha bi bîr xist ku li gelek welatan taloqkirina ceza yan jî efû hatiye ragihandin û xwest, ev pêkanîn li Tirkiyeyê jî ji bo hemû girtiyan derbas bibe.