Amûra qirkirinê ya dewleta tirk 'tehcîr'

Ji bo kurdan girîng e ku li dijî vê siyaseta qirkirinê têbikoşin. Ev ne bi tenê, li dijî Efrînê êrîşeke qirkirinê ye; ev li dijî gelê kurd êrîşeke qirkirinê ye. Tayyîp Erdogan got; 'Kurd paşê hatine Efrînê' û bi vê armanca dagirkirina Efrînê eşkere kir.

Berxwedanê Efrînê tevahiya xisleta faşîzma AKP-MHP´ê derxist holê. Armanc ew e ku Efrîn bê kurd bê hiştin, çeteyên xwe li vê deverê bi cih bike û di siyaseta Sûriyeyê de bi tesîr bibe. Hewl dide bi vî rengî siyaseta xwe ya Sûriyeyê ya heta niha ya hilweşiyayî telafî bike. Lê belê, çawa ku dagirkeriya Efrînê xisleta qirker a dewleta tirk derxist holê, bi heman rengî xisleta wê ya dijminê Sûriyeyê jî lê eşkere kir. Dijminatiya dijberê kurdan a faşîzma AKP-MHP´ê dewleta tirk xist nav şerekî ku êdî nikare ji navê derkeve. Li aliyekî, ji ber siyaseta xwe ya qirkirinê bi kurdan re ketiye nava şerekî, li aliyê din di siyaseta Sûriyeyê de jî xitimî û nikare ji navê derkeve. Tirkiye ne dikare dev ji siyaseta qirkirinê berde, ne jî dikare dev ji wê siyaseta xwe ya bûna navendeke hêzê a ku encama wê ye ku tevî çeteyan ketiye Sûriyeyê. Yan wê di van her du siyasetan de bi ser bikeve, yan jî ev siyaset wê dawiya desthilata AKP-MHP´ê bîne.

Ji bo kurdan girîng e ku li dijî vê siyaseta qirkirinê têbikoşin. Ev ne bi tenê, li dijî Efrînê êrîşeke qirkirinê ye; ev li dijî gelê kurd êrîşeke qirkirinê ye. Tayyîp Erdogan got; “Kurd paşê hatine Efrînê” û bi vê armanca dagirkirina Efrînê eşkere kiriye. Hedefên xwe yên ku hesabên wan bi çeteyan dike jî tenê dikare bibe serî, heger qirkirina li Efrînê bi ser bixe. Ji ber vê yekê divê êrîşa qirkirinê cidî bê dîtin. Girîng e ku siyaseta qirkirinê ya Tirkiyeyê li Efrînê bê fetisandin. Eger siyaseta qirkirinê herî eşkere rûyê xwe li vir nîşan dabe, li vir teşhîr bûbe, hingê têkbirina siyaseta qirkirinê jî li vir mimkûn e. 

Desthilata AKP´ê dibêje, ew siyaseta qirkirinê nake û hewl dide ser kirinên xwe bigire. Ji sedî 90´ê Efrîniyan ji Efrînê derketine. Niha li gund û navenda Efrînê çeteyan bi cih dikin. Hewl dide siyaseta bê kurdkirinê, ya qirkirinê bi gotinên, ez sûriyeyiyan bi cih dikim, veşêre. Dibe ku ev sûriyeyî bin, lê ne Efrînî ne. Kesên ku ji deverên din ên Sûriyeyê li wargehên penaberan ên li Tirkiyeyê hatine bicihkirin, niha dişînin Efrînê, ev qirkirin e. Lewma, bibêjin ev sûriyeyî ne, wê nikaribe bê kurd kirinê û qirkirinê rewa bike. Divê ev rewş baş bê nîşandan û siyaset û gotara berevajîkirina rastiyan a faşîzma AKP-MHP´ê divê bên teşhîrkirin.

Yên ketin Efrînê, Efrîn talan kirin, lê belê dagirkirina Efrînê tenê bi talanê sînordarkirin û derxistina pêş a talanê, dibe ku têgihiştineke şaş biafirîne. Talan heye, lê belê yên ku talan kirin û dan kirin, ev dagirker û ev kes in ku siyaseta qirkirinê bi cih tînin. Ev talan li ber çavê eskerên tirk hat kirin. Yên ku talan dayî kirin, piştî ku tiştekî were talankirin nema, rabin li ber talanê rabin, ev sextekarî ye, xapandina dinyayê ye. Tayyîp Erdogan niha dibêje, ew li ber talanê radibe û hewl dide dagirkirinê normal û rewa bike. Bi cezakirina talankeran hewl dide weke ku li dijî talankeriyê be xwe nîşan bide û dagirkeriyê bide jibîrkirin. Girîng e ku ev lîstik û helwesta veşartina dagirkeriyê bên teşhîrkirin.

Bêguman, divê Kurd dagirkeriyê qebûl nekin, teşhîr bikin û pirralî têkoşîn da ku pêşiyê bigirin li qirkina bi rêya bê kurd kirinê. Ji bilî vê, divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropa (YE) saziyên mafê mirovan jî der barê mijarê de bên hestiyarkirin. Divê agahdarkirina çapemeniya cihanê der barê pêkanînên bê kurd kirinê û qirkirinê de veguhere karekî daimî. Efrînî divê bi nameyan û bi îmzeyan daxwaza xwe ya vegera li erdên xwe îfade bikin, daxwaza xwe ya vegera Efrînê bi çavdêriya NY´yê daimî bikin. Girîng e ku ew yek bê biserxistin ku bi çavdêriya NY yan jî saziyên mafên mirovan Efrînî kom bi kom yan jî bi hev re bi carekê vegerin Efrînê. Bi tu awayî nabe ku Efrîn ji dagirkeran û wan akincihan re bê hiştin ku ji derve hatine anîn. 

Dara zeytûnê bi kedeke geleke mezin fêkî dide. Yek dara zeytûnê jî nabe ku ji kesekî re bê hiştin. Ma mirov dikare dev ji wan baxçeyên zeytûnan ku bi gelek ked û demê hatine afirandin, berde? Mirov beriya her tiştî xwedî li keda xwe derdikeve. Xwedîderketina li keda xwe, xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Xwedîderketina li kedê beriya her tiştî xwedîderketina li welat e. 

Efrînî ji bo ku ji Efrînê dûr nekevin, xwedî li Efrînê derkevin, li deverên herî nêzî Efrînê bi cih bûne. Dewleta tirk di bê kurdkirinê û qirkirinê de ewqasî bi israr e ku niha armanca wê ew e ku kurdan ji Şehbayê dûr bixe. Sedema wê yekê ku Tayyîp Erdogan van rojên dawiyê Til Rifetê dike rojev jî ev e. Koçber jî bin, demkî jî be qebûl nake ku kurd li erdekî bi cih bibin. Ji bo ku ji mejî û dilê efrîniyan Efrînê derxe, jêke û bavêje, dixwaze wan ji Şehba û Til Rifatê lê bi cih bûne jî bike der. Bi vî awayî armanca wî ew e ku qirkirina li Efrînê hêsantir bi ser bixe.

Hikûmeta Misrê da zanîn ku li Efrînê siyaseta qirkirinê tê birêvebirin. Dagirkirin û qirkirina li Efrînê şiband Qirkirina Ermeniyan ya sala 1915´an. Qirkirina Ermeniyan bi ser xistin, ya esas bi wê yekê ku ermenî ji erdên wan qut kirin, ew kirin der. Dewleta tirk niha tecrûbeya ermeniyan li Efrînê bi cih tîne. Jixwe, dema dibêje kurd paşê hatine Efrînê, ji bo qirkirina xwe ya ku kiriye armanc, ji mêj ve hewl dabû bahaneyan çêke. Bi dagirkeriyê, li ser kurdên ku îdia kiriye ew paşê hatine, koçber bibin. Bi wê yekê ku kesên din li cihên valabûyî bicihkirin û bi îdîayên ku dibêjin, ew Efrînê radestî xwediyên wê dike. Misriyan gelekî baş di armanca vê tehcîrêl hisiyan e. Ji ber wê şibandine Qirkirina Ermeniyan. 

Ji bo Tirkiyeyê ya muhim ew e ku li erdên kurdan hin ên din bi cih bibin; ne muhim e ew kî ne! Hedefa sereke ya niha a Tirkiyeyê kurd in. Heger qira kurdan bîne, paşê wê dor bigihîje yên din. Misrê ev rastî dîtiye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA