Amed navê kolanên xwe diguherîne
Amed navê kolanên xwe diguherîne
Amed navê kolanên xwe diguherîne
Şaredariya Sûrê ya Amedê, ji bo kesên xizmet ji Amedê re kirine bide jiyîn, navê hin ji wan li kolanên li nava Sûrê kir. Meclîsa Şaredariyê ya Sûrê, bi vê armancê navê pênc kolanan guherand.
Şaredariya Sûrê, ji bo parastina cihêrengiya çandî ya Amedê ku ji Suryanî, Keldanî, Ermenî, Kurd, Ereb û Tirkan pêk tê, bi biryara meclîsa şaredariyê re navê mirovên xizmet ji Amedê re kirine, li kolanên lê jiyîne kir.
Nivîskarê Suryanî Naûmm Faîk Palak ê li kolana Pûşûcû ya Amedê jiya, feydeke mezin a çanda Amedê lê neçar ma koç bike, navê wî li kolana Pûşûcu hat dayîn. Navê nivîskarê Ermenî Migirdîç Margoysan jî li kolana Dîrekçî ya li taxa Gavûrê, ku lê çê bû, hat dayîn.
Pîskoposê Suryanî Bar Salîbî yê li Meletiyê çê bû û di sala 1166'an de ji bo Pîskoposiya Amîdê hat wezîfedarkirin û heta wefata xwe ev wezîfe meşand, navê wî li kolana bingehîn a Dêra Dayika Meryem lê ye, hat dayîn. Navê oldarê Keldanî Mar (Ezîz) PEYTUN ku li Amedê gelek dêr û perestgeh çê kir, li Kolana Şeftalî ya li taxa Şavaşê hat dayîn.
Navê Şaredarê berê yê Amedê Vehbî Mûhlîs Dabakoglû yê mora xwe avêtin binê gelek projeyên ji bo Amedê, li Kolana Çagin a li pêşberî Muzeya Ziya Gokalp ku lê çê bû û demekê lê jiya, hat dayîn.
Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr jî, ku bi xebatên xwe yên ronîkirina bûyerên kuştinên kiryar ne diyar dihat nasîn û dema ji buroyê diçû mala xwe ya li kolana Palû hat qetilkirin, navê wî li vê kolanê hat dayîn.
Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş da xuyakirin ku ewê van xebatên xwe yên dîrokê tîne bîra gelê Amedê bi têgihiştina "Şaredariya pir ziman û pir çandî" dewam bikin.