Ambulansa Mandela di rê de ma
Ambulansa Mandela di rê de ma
Ambulansa Mandela di rê de ma
Ambulansa ku serokê efsanewî ê Afrîka Başûr Neslson Mandela dihilgirt xirab bû û di rê de ma. Mandelayê ku hate gotin, ji bûyerê bandor nebûye hate ragihandin ku, hêjan rewşa tenduristiya Mandela cidiye.
Berdevkê Serok Komartiya Afrîka Başûr piştrast kir ku, di motora ambulansê de erizeyek çêbûye û got, neçar mane di hewayekî sar ê cemidî de neqlî ambulansekî din kirine. Berdevk da diyarkirin ku, ji ber erizeya di ambulansê de jiyana Nelson Mandela neketiye xeteriyê û destnîşan kir ku, hemû demê hemşîre û yekîneyên tenduristiyê li gel Mandela bûn.
Dezgeha weşanê a Amerîkayê CBS’ê jî siparte çavkaniyê xwe û ragihand uk, Serok Komarê berê Mandela 40 deqîqeyan li benda ambulansa nû maye.
Mandelayê 94 salî, sibeha 8’ê Hezîranê bi teşhîsa enfeksiyona cîgerareş, rakiribûn nexweşxaneya li Pretoria yê. Mandelayê ku îsal sê caran rakirin nexweşxaneyê, hate ragihandin ku ji roja destpêkê heya niha li beşa çavdêriyê tê girtin.
Serok Komarê Afrîka Başûr Jacob Zuma da zanîn ku, di tenduristiya Mandela de nîşaneyên başbûnê dîtine, lê belê hêjan rewşa Mandela cidiye.
Mandela ji ber tekoşîna li dijî rejima Aparheid ya Afrîka Başûr 27 salên xwe li girtîgehê derbaz kirin. Di sala 1994’an de weke yekem serok dewletê reşik, 5 salan ji gelê xwe re xizmet kir.