Ambargo girantir bû, Îran li alternatîfan digere

DYA’yê diyar kiribû ku di meha Mijdarê de ew ê zextên xwe yên li ser Îranê zêdetir bike. Di vê pêvajoyê de Îranê jî lêgerîna xwe ya alternatîfan zêdetir kir.

DYA  di peymana enerjiya nukleer a bi Îranê re xwe vekişandibû û diyar kiribû ku ew ê dest bi zextan bike. Demeke kin ji girankirina zext û ambargoyê re ma. Îran ji bo ku karibe ambargoyê bişkîne, lêgerîna xwe ya alternatîfan zêdetir dike.

LI WELATAN DIGERE KU PETROLÊ BIFIROŞE WAN

Di nav lêgerînên alternatîf de Îran hewl dide welatan bibîne da ku karibe petrolê bifiroşe wan.

Alîkarê Yekemîn ê Serokomariya Îranê Îshak Cîhangîrî got:“Ji bo firotina petrolê me mişteriyên nû dît. Ji bo hevkariyên nû em bi mişteriyên xwe yên berê jî muzakereyan didomînin. Hin mişteriyên me beriya 4’ê Mijdarê ya ku ew ê ambargoya DYA’yê were destpêkirin, kirîna petrolê dan sekinandin lê me ji bo firotina petrolê hin şirîkên nû dîtin.”

Cîhangîrî diyar kir ku hewldana DYA ya ku dixwaze Îran nikaribe petrolê bifiroşe, hewldaneke vala ye û wan metodên nû peyde kirine.

BAZIRGANÊN AMMANÊ WÊ BACÊ NEDIN

Hate ragihandin ku ji bo bazirganên ji Ammanê bac hatiye rakirin.  Alîkarê Serokê Odeya Bazirganan a Îran –Amman Şehla Amûrî diyar kir ku welatê wan ji bo bazirganan rîska wê gelekî kêm e û ji bo karsazan bac hatiye rakirin. Amûrî diyar kir ku li vê herêmê binesazî tê amadekirin, li herêmê deriyê gumrukê tune lê ew ê rêyekê bibînin ku karibin berheman bigihînin wir.