Amadekariyên kongreya HDP’ê bi dawî bûn

Amadekariyên Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê ya 5’emîn ku wê 3'ê Tîrmehê roja Yekşemê bê lidarxistin, bi dawî bûn.

Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê 5'emîn ku wê di 3'ê Tîrmehê de roja Yekşemê li Salona Sporê ya Girtî ya Enqereyê bi şîara "Çareserî em in, gotina me heye" bê lidarxistin. Di vê kongreya HDP'ê de ya ku di hedefa êrîşên qirkirina siyasî de ye, ku wê bi perspektîfa "çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê" bê lidarxistin, dewama fikrê HDP'ê û biryardariya wê ya di polîtîkaya Riya Sêyemîn de wê derkeve pêş.

Partî, sazî û derdor jî dê beşdarî kongreyê bibin. Di heman demê de partiyên damezrîner HDK’ê, KCD’ê, nûnerên tifaqa 7 partiyan ku HDP pêkhateyek wan e, CHP, DEVA, Gelecek, Saadet, Yek Partî, Partiya Çep, TKP; nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî; Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, malbatên kesên di komkujiya Roboskê, Sêwas, Pirsûs û Enqere, Konya, Gezî, malbatên kesên di komkujiya Parîs û Cizîrê de hatin qetilkirin, malbatên Şenyaşar û Tahîr Elçî, Medenî Yildirim, malbatên Denîz Poyraz û Garîbe Gezer û malbatên siyasetmedarên girtî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û nûnerên  zêdetirî 400 sazî kesayetî jî wê tevlî kongreyê bibin.

Her wiha zêdeyî 100 şande ku gelek nûnerên partiyên siyasî, siyasetmedar û aktîvîstên Ewropa û Rojhilata Navîn jî di nav de dê di kongreyê de amade bibin.

SIBÊ DIKEVIN RÊ

Tê plankirin ku nêzî 50 hezar kes beşdarî kongreyê bibin û wê 1050 delegeyên fermî dengê xwe bidin. Her wiha beşdarên kongreyê jî, ji sibe ji bajaran ber bi Enqereyê ve wê bi rê kevin.

Di kongreyê de 100 endamên daîmî, 50’î cîgir û 30’î endamên meclîsa partiyê û Hevserokên Giştî dê bên hilbijartin. Ji bo rêveberiya nû û Meclîsa Partiyê ku Komîsyona Lihevkirinê xebatên xwe dimeşîne, bi sedan serlêdan ji derdorên cuda hatin. Di kongreyê de wê rêveberên Meclîsa partiyê heta asteke mezin biguhere, navên di Komîteya Disîplînê ya Navendî û Lijneya Lihevkirinê de jî dê bên nûkirin. Her wiha wê lijneyeke mezin a Şêwirmendiyê ku ji derdorên cuda nivîskar, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar tê de cih digire bê avakirin û pêşkêşî heyetê bê kirin.