Alîkariyên li Ewropa hatin komkirin gihiştin Kobaniyan

Alîkariyên li Ewropa hatin komkirin gihiştin Kobaniyan

Alîkariyên ku ji gelek bajarên Ewropa hatin komkirin bi rêya Şaredariya Akdenîz ji Kobaniyan re hatin şandin. Li Mêrdîn û Wanê alîkarî tê komkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa, alîkariyên ku ji bo Kobaniyan kom kirin bi rêya Şaredariya Akdenîz ji Kobaniyan re şandin. Alîkarî bi rêya deryayê gihiştin ku Mersînê rayedarên şaredariyê alîkarî li Bendera Mersîn wergirtin. Hevşaredara Akdenîz Yuksel Mutlu ya têkildarî mijarê daxuyanî da got ku alîkariyên ji Ewropayê hatin şandin wê kêmasiyeke cidî çareser bike. Hevşaredar Fazil Turk jî got ku wek şaredarî ji bo gelê Kobanê çi dikeve ser milê wan wê bicih bînin.

LI MÊRDÎN Û WANÊ KAMPANYAYA ALÎKARÊ

Li navçeya Bêgir a Wanê kampanyaya alîkariyê ya ji aliyê DBP û şaredariyê ve bi piştgiriya gel hat destpêkirin, radestî koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin. 3 kamyon kinc, zad û qut û 50 hezar TL ji bo ji Kobanê re bê şandin radestî rayedaran hat kirin. Di pêşengiya Şaredariya Nisêbînê de bi armanca piştgiriya ji gelê Rojava re alîkariyên hatin komkirin di deriyê sînor re şandin Qamişlo. Hevserokê Komeleya Komkirina Alîkariya Însanî ya Rojava Hember Hesen û rayedarên komeleyê alîkarî bi kêfxweşî pêşwazîkirin.

JI ENQEREYÊ BANGA ‘KORÎDORÊ VEKIN’

Hêzên ked û demokrasiyê yên Enqereyê bi daxuyaniyê diyar kirin ku “Platforma Piştevaniya Kobanê” ava kirine û banga vekirina korîdora alîkariyê kirin.

KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên civakî di nava platformê de cih digirin û ji bo piştgiriya Kobanê li ber YKM’ê ya Guvenparkê hatin ba hev. Girseyê pankarta “Ji bo Kobanê korîdora alîkariyê vekin” rakirin û dirûşmayên “Gelê Kobanê ne bi tenê ye” berz kirin.

Li ser navê Platforma Piştevaniya Kobanê endamê Desteya Rêveber a Navendî (MYK)’ê ya KESK’ê Ramazan Gurbuz xwend û diyar kir ku li Kantona Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bi rûmet heye. Gurbuz bilêv kir ku DAIŞ li Kobanê li dijî gelan êrîşên hovane pêk tîne Kurd jî li hemberî vê yekê parastina cewherî pêk tînin.

Gurbuz got ku ew bi berxwedana Kurdan re ne û wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê li şûna daxwazên gel bi cih bîne bi şîdetê xwest bipelçiqîne. Bi îlankirina OHAL’ê hêzên tarî yên gel gulebaran kirin wekî ku em vedigerin tarîtiya salên 90’an. Şîdet her roj zêdetir dibe.” Gurbuz da zanîn ku herêmeke weke Rojava a demokratîk û azadîxwaz bê tunekirin û li şûna wî DAIŞ li vir bi cih bibe wê demê Tirkiye jî dê bikeve nava kaosê. Gurbuz anî ziman ku divê ji bo Kobanê di demeke kin de alîkariya mirovê bê kirin û Kobanê ya ji aliyê Tirkiye, hêzên navneteweyî û DAIŞ’ê ve hatiye dorpêçkirin ji vê rewşê derkeve.