Alîkariya bo penaberan hat kirin, ket bêrîka Qeymeqamû şaredarê AKP’î!
Alîkariya bo penaberan hat kirin, ket bêrîka Qeymeqamû şaredarê AKP’î!
Alîkariya bo penaberan hat kirin, ket bêrîka Qeymeqamû şaredarê AKP’î!
Di van rojên ku nelêrêtiya AKP’ê bûye mijara nîqaşê, rêxistinên navend û navçeyên yên AKP’ê jî vala nemane. Li navçeya Mîdyat ya Mêrdînê pereyê ku ji aliyê AFAD’ê ve bo penaberan hatiye şandin ji aliyê Qeymeqam, serokê AKP’a navçeyê û şaredariya AKP’ê ve bi xizmetên li ser kaxizê re xistin berîka xwe. Ji bo kampê bi mîlyonan lîra butçe hatibû veqetandin.
Personelekî ji Qeymeqamtiya Mîdyadê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ji aliyê AFAD’ê de ji bo penaberên Sûriyeyê her meh bi awayekî rêk û pêk pere dihat şandin û destnîşan kir ku di nava wan de qeymeqam Oguzhan Bîngol jî heye komîsyona kampa penaberan, ev pere teslîm digirin. Personelê li qeymeqamtiyê peywirdar e diyar kir ku pereyê teslîmê komîsyonê dihat kirin, bi serokên AKP’a Dargeçîtê Beşîr Kiliç cerdevanekî li Mîdyatê û şardariya AKP’ê ya Mîdyatê re di bin navê xizmetên wesayîtên kirê, îhaleya xwarinê, xizmetên makîneya kar de der basî zîmeta xwe kirine.
Kesê ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku konên jib o penaberan hatibûn şandin jî li gundên cerdevanan hatine belavkirin û piraniya xizmên cerdevanan ligel nayên kar jî ji qeymeqamtiyê maaşê digirin.
PEREYÊ TÊN JI HEWCEDARIYÊ NAYÊ BIKARANÎN
Xebatkarên qeymqamtiyê diyar kir kampa Penaberan a Mîdyatê ya girêdayê qeymeqamtiyê û li pişt garaja Mîdyatê ye 9 meh berê hat avakirin û got: “Li vê kampê nêzî 2500 penaber dijîn. Kamp ji aliyê komîsyoneke ku di bin bana Qeymeqamtiya Mîdyatê de hatiye avakirin û di nav de Qeymeqam Oguzhan Bîngol, midûrê karê nivîsê, muhasebevan û midûrê Egîtîm Senê Şîrîn Avci jî heye, tê îdarekirin.
AFAD her meh ji bo hewcedariya penaberan ji komîsyonê re pereyan dişîne û lê mixabin beşeke mezin ya pereyan ji hewcedariyên penaberan re nayê bikaranîn. Pereyê ku tê di nava endamên komîsyonê Qeymeqam Oguzhan Bîngol, Midûrê Egîtîm Senê Şîrîn Avci, Midûrê karê nîvîsan yên qeymeqamtiyê, şaredariya Mîdyatê û serokê AKP’a Dargeçîtê de li ser hinek xizmetan tên parvekirin.
Personel di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Belavkirina pereyan li ser hinek karên wek nîşandeyî yên wekê wesayîtên kirê, xizmeta vîdanjor, makîneya kar û îhaleya xwrinê tên nîşandan û sercerdevan li karê wesayîta nakliyeya kirê dinêre. Wekê ku 15-20 wesayît hewcedariyên penaberan dibe, nîşan didin. Ev wesayît aydê cerdevanên gundiyane. Cerdevanan ji bo hewcedariya penaberên kampê wesayîtên xwe bi kirê dane Qeymeqamtiyê. Ji bo van wesayîtan maaşa ajokaran jî tê dayîn. Li ser vî karî cerdevan hene. Beşeke mezin ya pereyên ku tê şandin d navbera endamên komîsyon û cerdevanan de tê parvekirin. Beşa din jî didin cerdevanan.
ÎHALEYA XWARINÊ BI SEROKÊ AKP’Î RE YE
Serokê AKP’a Dargeçîdê jî îhaleya xwarina kampa penaberan girtiye. Xwarinên xerabuyû û bêtenduristî ji ber serokê AKP’ê nayê betalkirin. Pereyê ji bo xwarinan tê dayîn ku di bin bedela esas de ye. Pereyê ji bo xwarinê hatiye veqetandin dîsa di navbera komîsyon û serokê AKP’ê de tê parvekirin.
FATUREYA JI MAKÎNEYÊN KAR YA ŞAREDARIYÊ
Personel got Qeymeqam Oguz Bîngol serê komîsyonê ye û ji bo kampan penaberan maşîneyên kar û vîdanjor kirê kirine û wekê ku ji bo maşîneyên kar û vîdanjorê mehê 110 hezar TL kirê tê dayîn fature tê birîn. Lê pereyê ku tê nîşandan pê dikare makîne bê kirîn. Pereyê bo kîrayê nîşan didin pir bilinde. Pereyê dimîne jî di navbera endamê komîsyon û şaredariya Mîdyatê de tê parvekirin.
KONÊN DIŞÎNIN JI PENABERAN DE, DIDIN CERDEVANAN
Konên ji bo penaberan tê şandin jî qeymeqam Oguzhan Bîngol ji gundên cerdevanan yên derdorê re dişîne.
Xizmên cerdevanan wekê ku li qeymeqamtiyê dişuxulin nîşan didin û maaşa wan didinê û lê ev kes qet nayên nkar. Ger ku mufetîşên maliyeyê hesaban lêkolîn bikin de nelêrêtî derkeve holê.
BI MÎLYONAN BUTÇE HATIBU VEQETANDIN
Qeymeqam Bîngol di dema amadekariyên kampê de di meha nîsanê de axivîbû û diyar kiribû ku hemû lêçûn dê di bin kontrola qeymeqamtiyê de bên kirin û got: “Bê guman AFAD ji me re dibe alîkar. Lê hemû karên serek qeymeqamtî û walîtiya Mêrdînê bi hev re bimeşîne. Ji bo kampa dê li Mîdyatê bê avakirin 10 mîlyon butçe hat veqetandin. Niha 9 mîlyon 500 hezar razandine hesabê me. 500 hezar jî di hesabê walitiyê de ye. Em zehmetiyan nakişînin. Ev pere bi giştî bo binesaziyê hat şandin. Ev dê têr jî neke. Em dê alîkariya nû bixwazin.