Alice Munro nikare beşdarî merasîma Nobelê bibe
Alice Munro nikare beşdarî merasîma Nobelê bibe
Alice Munro nikare beşdarî merasîma Nobelê bibe
Nivîskara Kanadayî Alice Munro ku hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê-2013 hat dîtin da xuyakirin, ku ji ber tenduristiya xwe ewê nikaribe beşdarî merasîma xelatdayînê ya meha Kanûnê ya li Swêdê bibe.
Sekreterê timî yê Akademiya Swêdê Peter Englundda piştrast kir ku Munro ya 82 salî dê nikaribe beşdarî merasîmê bibe û anî ziman ku hînê ne diyar e ka di merasîma 10'ê Kanûnê de kiyê Munro temsîl bike.
Nivîskarên Xelata Wêjeyî ya Nobelê werdigirin, li merasîmê axaftinekê dikin, lê belê Munro ne nivîskara yekemîn e ku ji ber tenduristiyê nikare beşdarî merasîma xelatdayînê bibe.
Di sala 2007'an de xwediyê xelatê Dorîs Lessîng ê 87 salî li ser pêşniyara doktoran ragihandibû ku nikare biçe Stockholmê, li ser vê yekê rêveberên Weqfa Nobelê çûbûn Londonê û xelata Lessîng pêşkêşî wî kiribûn.
Di sala 2005'an de xwediyê xelatê Harold Pînter ê 75 salî ji ber kanserê nikarîbû beşdarî merasîmê bibe, berî salekê jî nivîskar û romannivîsa Awûstûralyayî Elfrîede Jelînek bi sedema 'rewşa hijê wê rê nade beşdarî merasîmên wiha bibe" neçûbû Swêdê.