Alî Şenpinar ji Kolnê ber bi warê wî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Alî Şenpinar ê ji aliyê Kurdistaniyên li Koln û der dora wê dijîn ve tên nasîn, heskirin û weke sembolekî ya rêzdayînê tê dîtin, bi merasîma ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Kurd a Demokratîk ve hat lidarxistin ber bi warê wî ve hat oxirkirin.
ANF
KOLN
sêşem, 5 avrêlê 2016, 16:52
Şenpinar ê weke “Xalê Şoreşger” tê nasîn, şeva pêr di encama nexweşiya penceşêrê de jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Alî Şenpinar yê ku di nava Kurdistaniyan de welaparêz û nasnameya Elewîtiyê dihat nasîn, îro li komaleya Kolnê merasîmek hate lidarxistin. Merasîma ku KCD-E, FEDA û Nûnerên Meclîsa Jinan Kolnê jî amade bûn, girseyekî qelebalix jî beşdar bû.
Di axaftinên merasîmê li ser kesayeta hat gotin ku Alî Şenpinar ê bavê Endama Konseya Rêveberiya KJK’ê Roza Pinar e û di nava gel de bi nasnameya welatparêz û Elewîtiyê dijiya û dida jiyîn. Di axaftinan de em weke paşdemayiyên Şenpinar soza mirazên wî pêk bînin didin.
Piştî merasîma cenaze ku ji aliyê Pîr Mûstefa Deprem û Mehmet Erdogan ve hat lidarxistin, xwarin hat dayîn.
Cenazeyê Şenpinar wê îro saet 10:00’an ji balafirxaneya Koln-Bonnê ber bi warê wî navçeya Bazarcix a Gurgumê ve bê şandin. Wê cenaze li gundê Bozlar ê girêdayî Bazarcixê bê definkirin.