Alî Başar ê ji Dersimê jiyana xwe ji dest da

Welatparêz Alî Başar ê ji Dersimê ku li Dûîsbûrgê dijiya, jiyana xwe ji dest da.

Alî Başar ê ji Dersimê ku yek jî damezrînerê Komela Kurd bû, li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.

Başar ê ku di salên biçûkatiyê de bi Qetlîama Dersimê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin rû bi rû mabû, li Stenbol û Ewropayê xebatên welatparêziyê dimeşand. Başar ê ku di got ‘Wê ev tevger hesabê Dersim û qetlîamên Kurd ji dewletê bipirse’ PKK nas kir.

Başar hem belavkariya rojnameyê dikir û hem jî tevlî hemû çalakiyan dibû. Dost û hevrêyên Başar diyar kirin ku wê keda wî ti caran ji bîr nekin.

Îro wê ji bo Alî Başar li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Dûîsbûrgê (NCDK) merasîmek were lidarxistin. Cenazeyê Başar wê sibê ber bi Dersimê ve were oxirkirin û roja Înê li gundê Mîllî wê were veşartin.