
Namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Manîsayê Alî Alfatli diyar kir ku di dema ADYOD'ê de ew li gel Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê A.H. Kaytan, M. Karasû, H. Karer û K. Pîr têkoşiya ye û anî ziman ku ji bo ruhê wê demê bîne nava HDP'ê, wê têbikoşe.
Namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Manîsayê Alî Alfatli, li navçeya Manîsa Akhîsarê di sala 1952'an de ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Akhîsarê qedand. Di sala 1969'an de Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qezenç kir. Heta komkujiya Kizildereyê, xwendina xwe ya li Fakulteya Zanistên Siyasî dewam kir. Di salên xwe yên xwendekariyê de Alfatli bû endamê DEV-GENÇ'ê û di navbera salên 1971 û 1973'an de di nava THKP/C de cih girt. Di sala 1972'an de ji ber çalakiyeke 6'ê Gulanê hat girtin û 5 mehan ragirtî ma. Dûre di nava rêxistinbûyîna Komeleya Xwendekarên Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) de xebatên ciwanan meşand.
'DI DEMA ADYOD'Ê DE EM BI HEV RE XEBITÎN'
Alfatli ku di dema ADYOD'ê de firsend dît Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê nas bike got, "Di wê demê de em bi hev re xebitîn. 7-8 xwendekar li hev kom bûn û avabûn ragihandin. Me gotin ku ev avabûn ne rast e. Me got ku pêkanîneke demokratîk nîne. Li şûna vê me xwest li dibistanan delege li hev bicivin, ev delege nêrîneke demokratîk destnîşan bikin. Ev nêrîn hat qebûlkirin. Dûre hilbijartin hat kirin. Di van hilbijartinan de Nasûh Mîtat, Abdullah Ocalan û Yaşar Goren weke delege hatin hilbijartin û tevlî forûma jorîn bûn. Li rêveberiya ADYOD a 7 kesan, 11 kesên din hatin hatin zêdekirin. ADYOD'ê bi vî rengî dest bi kar kir. Lê belê di sala 1974'an de li Fakulteya Ziman û Dîrokê pevçûnek derket. Polîsan dor li avahiya ADYOD'ê girtin. Bi hinceta ku xwendekarên reviyane xwe li avahiya ADYOD'ê girtine, hat girtin. Dûre ji bo komeleyeke nû were avakirin, me xebatên xwe dewam kir. Di wê demê de Alî Haydar Kaytan, Mûstafa Karasû, Hakî Karer, Kemal Pîr hevalên ku em bi hev re têdikoşiyan bûn."
'RUHÊ ADYOD'Ê DI NAVA HDP'Ê DE YE'
Alfatli da xuyakirin ku wî di desteya destpêkê ya rêveberiya ADYOD'ê de cih girtiye û got, "Piştî sala 1975'an di nava Devrîmcî-Yol de hin wezîfeyên min çêbûn. Di sala 1981'ê de hatim girtin. Piştî ragirtina 10 salan, serbest hatim berdan. Paşê heta sala 2009'an di nava pêvajoya rêxistinbûyîna ODP'ê de xebitîm. Piştî 2009'an ji ODP'ê veqetiyam. Min rast dît ku di nava HDP'ê de bixebitim, lewma ji Manîsayê bûm namzetê parlamenteriyê."
Alfatli anî ziman ku jiyana nû ya HDP hewl dide ava bike, hesreta wan e, lewma ew di nava HDP'ê de siyasetê dimeşîne. Alfatli diyar kir ku ew ê xeta jiyana nû ya HDP'ê ji gelê Manîsayê re vebêje. Alfatli da zanîn ku HDP ji bo hemû beşên civakê têkoşîna lêgerîna maf dimeşîne û bang li her kesî kir ku di nava HDP'ê de bibin yek.