Alî Îsmaîl Korkmaz li ser gora xwe hat bibîranîn

Alî Îsmaîl Korkmaz li ser gora xwe hat bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beşdarî bîranînê bû û got, “Em soz didin ku xeyalên tê pêk bînin.”

BERXWEDANA GEZÎ

Alî Îsmaîl Korkmaz di dema çalakiyên Geziyê de li Eskîşehîrê hatibû qetilkirin, di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn. Bi pêşengya Weqfa Alî Îsmaîl Korkmaz (ALÎKEV) merasîmek pêk hat. 

Merasîm li Goristna Ekîncî Asri ya navçeya Antakya ya Hatayê pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demorkasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, dayik û bavê Alî Îsmaîl, Emel û Sapah Korkmaz, birayê wî Gurkan Korkmaz û nûnerên saziyên civaka sivîl tevli bû.

Dayîka Alî Îsmaîl Emel Korkmaz axivî û da zanîn ku jiyankirina kurê wê hêzê dide wî. Bavê wî Şahap Korkmaz ji axivî û ji bo her kesî spasiyên xwe kir. 

Tulay Hatîmogullari jî axivî û ji malbatê re sersaxî xwset û got: “Alî zarokekî pir bi şans e. Ji bo jiyankirina wî malbatê û gelek kesî keda mezin da. Ji bo fikr û bîranînên wî bên jiyîn gelek ked da. Alî û canên din hemû li Geziyê dijîn. Gezî  berxwedaneke xwedî li bajaran, çand û dîrokê derketin bû. Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû. Gezî serhildana jin, ciwanan a ji bo azadî û wekheviyê bû. Gezî serhildana xizan û karkeran bû. Ew têkoşîn ji bo Tirkiyeyê bû. Ew avakirina civakek mirovane û welatekî ku mirov dikarin lê bijîn bû. Em soz didin em ê xeyalên wan pêk bînin.”

Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû.