Alên HDP'ê ji aliyê faşîstan ve hatin şewitandin

Li Stenbolê, alên HDP'ê yên li ber buroyên hilbijartinê yên li Gungoren û Kadikoyê hatin daliqandin, ji aliyê faşîstan ve hatin şewitandin.

Li Stenbolê, alên HDP'ê yên li ber buroyên hilbijartinê yên li Gungoren û Kadikoyê hatin daliqandin, ji aliyê faşîstan ve hatin şewitandin.

Di çarçoveya êrîşên li hemberî HDP'ê de alên HDP'ê yên li ber buroyên hilbijartinê yên Gongoren-Merter û Kadikoy ên Stenbolê, duh bi şev ji aliyê kesên nasname nediyar ve hatin jêkirin û şewitandin.

Der heqê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Gongorenê Ethem Akbaş anî ziman ku êrîşkaran alên mezin jî bi xwe re birine.

Akbaş da zanîn ku êrîşeke bi heman rengî di hefteya bihurî de jî li hemberî wan hat kirin û got, "Bi polîsên ji partiyê berpirsyar re em berê axivîn. Me ji wan xwestin ku bêhtir hişyar bin. Mezin an jî biçûkatiya êrîşê nîne."

Alên HDP'ê yên li ber buroya hilbijartinê ya li Kadikoyê jî ji aliyê komeke faşîst ve hatin jêkirin.