Alava sûc: Qutiya pêlavan!

Alava sûc: Qutiya pêlavan!

Derket holê ku,Nuran Gul ji ber li Manîsayê Serokwezîr Erdogan bi qutiya pêlavê protesto kir, dema ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, qutiya wê jî birin qereqolê.

Li navçeya  Manîsayê Akhisarê dema ku Serokwezîr diaxivî rastî protestoya  qutiya pêlavê hat. Nuran Gul ji ber vê yekê ji aliyê polîsan ve hat binçav kir û dema ku ji bo îfadeyê birin qereqolê qutiya pêlavan jî wek alava sûc birin qereqolê.

Piştî Nuran Gul serbest hat berdan, qutiya pêlavan ji aliyê parêzerê wê ve hat girtin û ji nû de radestî Gul hat kirin. Qutiya pêlavan derdora 5 seatan li qereqolê ma.