Ala YPG'ê bûye tirsa dilê polîsên Elman

Kurdekî li bajarê Prenzlaû yê Elmanyayê dijî, ji ber ku ala YPG'ê bi şibakeya mala xwe ve kir, kete ber lêpirsînê. Polîsan bi darê zorê ala YPG'ê ku li cem ala Elman hatibû daliqandin, anîn xwarê.

YPG, ku dilê tevahiya cîhanê pê re ye, li Elmanyayê bûye tirsa dilê hêzên dewletê. Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê yê li bajarê Prenzlaû yê eyaleta Brandenbûrgê dijî, ala YPG'ê li gel ala Elman bi şibakeya xaniyê xwe ve kir. Vê yekê polîsên li herêmê aciz kir.

Polîsên Elman bi hinceta 'Ala YPG'ê yek ji sembolên ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye qedexekirin e' al ji şibakeyê anîn xwarê. Polîsan bi darê zorê al daxistin û dozgeriyê jî li ser daxwaza polîsan bi sûcdariya "bi sembolên qedexekirî propaganda kiriye" der barê xwediyê malê de lêpirsîn vekir.

Meha Tebaxa bihurî jî li bajarê Munchenê polîsan avêtibûn ser mala du kesan, ji ber ku ala YPG'ê di hesabên xwe yên medya civakî de parve kiribûn. Di serdegirtinê de ku yekîneyên taybet jî tevlî bûbûn, weke "delîlên sûc" laptop, hard dîsk û telefona destan hatibûn desteserkirin. Her du aktîvîst ku hevalên hev ên malê bûn, ketin ber lêpirsînê.

ALA YPG'Ê BI FERMANNAMEYA 2'Ê ADARÊ RE HATE QEDEXEKIRIN

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji eyaletan re şandibû û tevî alên PYG, YPG, YPJ, PJAK, YXK û NAV-DEM'ê gelek al û flamayên partî û saziyên Kurdan qedexe kiribû. Wezaretê ragihandibû ku ev fermanname di çarçoveya 'nûkirina' qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê hatiye weşandin.