Aktîvîstên DOKH'ê ji Çinarê ketin ser rêya Mêrdînê
Aktîvîstên DOKH'ê ji Çinarê ketin ser rêya Mêrdînê
Aktîvîstên DOKH'ê ji Çinarê ketin ser rêya Mêrdînê
Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ên Amedê bi silogana "Ez agirê azadiyê me; loma ruhê min li Lice, Rojava û Geziyê ye" dest bi meşa Şehîtgeha Şehît Egît Suruç a li Çiyayê Bagokê kirin, ji Navçeya Çinarê ya Amedê ber bi Mêrdînê ve derketin rê.
Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ên Amedê, duh li Parka Sumerê bi silogana "Ez agirê azadiyê me; loma ruhê min li Lice, Rojava û Geziyê ye" ji Amedê ber bi Mêrdînê ve dest bi meşa Şehîtgeha Şehît Egît Suruç a li Çiyayê Bagokê kirin. Jinên ku duh ji Amedê derketin rê şeva xwe li Navçeya Çinarê ya Amedê derbas kirin û serê sibê ji Çinarê ber bi Mêrdînê ve derketin rê. Jinan di meşê de pankarta "Ez agirê azadiyê me; loma ruhê min li Lice, Rojava û Geziyê ye" û dowizên "Nêzîkatiya Rêbertiyê nêzîkatiya gelê kurd e", "Ez çîyayê Bagok im. Devlet erişême yên pîroz û welatên me yên qedim dike serhildan", "Jina azad civaka azad", "Ez Seyhan Dogan im.… Di 13 saliya xwe de hatim binçavkirin û windakirin. Duh hestiyê min hatin dîtin" û "Jin jîyan azadî" bilind kirin. Jinên ku şeva xwe li Çinarê derbas kirin, ji aliyê rêveberên BDP'ê yên Çinarê ve bi siloganên "Bijî berxwedana Rojava", "Disa disa serhildan serokeme Ocalan", "Jin jiyan azadî" ve hatin oxirkirin. Jinan di meşê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK û DOKH bilind kirin. Ji Lice û Erxeniyê jî jin tev li meşê bûn.
Di 2'ê Îlonê de Şehîtgeha Egît Pirsûs a li Çiyayê Bagokê rastî êrîşa leşkeran hatibû. Piştre şehîtgeh ji aliyê hezaran welatî û rêveberên BDP'ê ve ji nûve hatibû avakirin.