Aktar: Ger pêngav hevdem bên avêtin dê bawerî zêde be
Aktar: Ger pêngav hevdem bên avêtin dê bawerî zêde be
Aktar: Ger pêngav hevdem bên avêtin dê bawerî zêde be
Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku, di pêvajoya çareseriyê de pêkanîna sererastkirina qanûnan dê baweriya gelê Kurd zêde bike û got: “Divê sererastkirinên ku ji bo tahliyekirina girtiyan bê kirin. Her wiha divê Kurd jî lezginiyê bidin çalakiyên xwe yên demokratîk û piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Aktar ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku, KCK’ê ji bo pêşveçûna pêvajoyê roleke girîng daye ser milê xwe û got: “Niha dor hatiye pêkanîna sererastkirinên qanûnî.”
QANÛN DIVÊ WEK DEMOKRATÎK BÊ SERERASTKIRIN
Aktar anîn ziman ku, divê pêngav hevdem bê avêtin, parlamento divê ji bo rehetkirina pêvajoyê, zêdebûna baweriyê pêngavan bavêje û got: “Ji bo berdena girtiyên siyasî, pêwîstî bi sererastkirinan heye. Ji bo siyaseta demokratîk bê kirin, mafên demokratîk bên bikaranîn û astengî li pêş bê rakirin, divê ev sererastkirin ji nû ve li ber çavan bê derbazkirin.Qanûna Partiyên siyasî, qanûna hilbijartinên parlamenteran divê bi awayekî demokratîk bê sererastkirin.
Aktar diyar kir ku, di derbarê azadiya ramanê de di 4’emîn Pakêta Darazê de di xalên 6 û 7’emîn a TMK’ê de guherîn hatine kirin lê ev têr nake û wiha hat gotin: “ Li gorî sererastkirina xala 7’emîn, heta ‘teşwîqê şîdetê’ tunebe, derbarê kesan de serlêdana sûc nayê kirin. Ligel vê di xwepêşendanên civakî de ablema rêxistinê li ser xwe gerandin û her wiha rû girtin jî wek ‘propagandayê’ tê nirxandin û dikeve çarçoveya sûc. Divê ev bê guhertin.
Aktar bi lêv kir ku, ji bo li hemberî hev bawerî ava bibe divê guherînên hiqûqî bêkirin û tahliye bên kirin.
ÇEK JI DEWRÊ DERKETINE WÊ DEMÊ DIVÊ DEST BI ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK BÊ KIRIN
Aktar di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku, di vê pêvajoyê de rawestandina kurdan, piştgiriyê nade pêvajoyê û got: Li gorî min divê Kurd ji moda rawestandinê rabe. Fikara ‘gelo ez vê çalakiyê bikim, dê zirarê bidim pêvajoyê’ ne raste. Di encamê de PKK got ez çekê bikarnaynim. Ji vir şûnde jî divê qada têkoşîna demokratîk bê berfirehkirin. Di çalakiyên rewşa-demokratîk pêk werin. Divê projeyên siyasî bê afirandin. Divê çalakî, panel, meş semîner bên lidarxistin. Her wiha piştevaniya navbera kurdan jî girînge.”
NE RESTORE, JI NÛ VE SAZKIRIN
Aktar di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku, Kurd daxwaza hevkariyê dikin û got: “Komara di 1923’an de hatiye avakirin kurdan temsîl nake. Ji ber vê divê pêvajoya nû ji vê cûdatir be.Divê pêvajo encameke ku Kurd bikaribin xwe di qada siyasî û çandî de îfade bike, ji zimanê dayikê bigire heta mafên meclisan. An jî wekê din nabe. Yanî bi restorekirinê ne, bi sazkirineke nû pêkane. Ger ligorî berê tevbigerin, nabe dê rojekê careke din xwe bidin der.”