Aksiyona Navneteweyî ya ji bo Efrînê: Em sibe dakevin qadan
Komîteya Aksiyona Navneteweyî ya ji bo Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên sibe bibin.
Komîteya Aksiyona Navneteweyî ya ji bo Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên sibe bibin.
'Aksiyona Navneteweyî ya ji bo Efrînê', bi beşdariya endamên Parlamenta Ewropayê, hiqûqnas, akademîsyen û nûnerên saziyên jinan roja 16'ê Adarê li Parîsê hate ragihandin, wê sibe ji Japonyayê heta Kanadayê ji bo Efrînê çalakiyan li dar bixe.
Di çalakiyan de wê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bên şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî were kirin ku bikevin nava liv û tevgerê. Villo Sigurdsson, Andy Carl, Angie Gonzales, Ana Maria Palacios, Arturo Salerni, Basque Country, Barbara Spinelli, Benjamin Abtan û Costas Marides bi navê komîteyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û ji bo çalakiyên ku wê li gelek welatan bên lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.
'DEWLETA TIRK SÛCÊ ŞER DIKE'
Di daxuyaniyê de êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê bi zimanekî tund hate şermezarkirin û hate gotin, "Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dewam dikin. Ji ber van êrîşan bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest dane, jin û zarok jî di nav de bi sedan birîndar bûn û bi deh hezaran neçar man cih û warê xwe biterikînin. Li pêşberî van êrîşên Tirkiyeyê yên li Efrînê hemû hêzên cîhanê bêdeng in. Ev yek jî nîşan dide ku hêzên navneteweyî jî di nava êrîşan de hene. Tirkiye îro li Efrînê sûcê şer dike. Divê agirbesta ku Neteweyên Yekbûyî pêşniyar kiriye tavilê bi cih were anîn û leşkerên Tirk derhal vekişin."
JI JAPONYA HETA AWÛSTRALYAYÊ...
Komîteyê ragihand, roja 24'ê Adarê di serî de li Ewropa, Afganîstan, Hîndîstan, Japonya, Kanada, Awûstralya, Latîn Amerîka, Amerîka wê li gelek welatên cîhanê ji bo Efrînê çalakî bên lidarxistin û ev bang kir: "Ji bo dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê were anîn, 24'ê Adarê wê li gelemperiya cîhanê çalakî bên lidarxistin. Weke Komîteya Aksiyona Navneteweyî ji bo Efrînê, em bang li her kesî dikin ku li dijî komkujî û dagirkeriyê dakevin qadan."