AKP’yiyan êrîşî rojnamevanê Norweçê kirin
Komek AKP’yî, rojnamevanekî Norweçî yê ku çalakiya endama Perwerdehiyê Nazîfe Onay a ku bi biryara BHQ’ê de hate îxrackirin dişopand, gotin ‘Hollandiye’ êrîş birin ser.
Komek AKP’yî, rojnamevanekî Norweçî yê ku çalakiya endama Perwerdehiyê Nazîfe Onay a ku bi biryara BHQ’ê de hate îxrackirin dişopand, gotin ‘Hollandiye’ êrîş birin ser.
Di çalakiya endama Perwerdehiyê Nazîfe Onay a endama Jimara 3. a Eniya Kedkaran û Egîtm Senê ku di bin navê Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (BQH) de hate îxrackirin, AKP’yiyan êrîşî rojnamevanan kir. Onay bi daxwaza veger li ser karê xwe êrîşa yekem têkildarî referandûmê ji AKP’yiyên ku konê ‘erê’ verkirin hate kirin. Onay ji pankarta bi nivîsa “Rewşa Awarte û BHQ’ê de êrîşî gelê me û ewlekariya me ya kar dike, em rê nadin faşîzma AKP’ê gelê me xesp bike” vekir, li ser vê keskê xwest kû pankartê vi zorê ji Onay bistîne, polîsan ew kes dûr xist û Onay binçav kir.
Di vê navberê de rojnamevanên jin ên ku dîmen dikişandin ji aliyê AKP’yiyên ji konê ‘erê’ ve derketin hatin astengkirin. Rojnamevanekî Norwecî ji bo li gel Nazîfe Onay hevpeyvînekî taybet bigire hatibû, ji ber ku ‘Hollandiye’ AKP’yiyan xwestin lînç bikin. AKP’yiyan êrîşî bire ser rojnamevanên ku xwestin hewldana lîncê asteng bikin, bi gotinên “Hûn hemû ji bo Hollandayê dixebitin, min we hemûyan kişand; hûnê bibînin” gef li rojnamevan kirin.
Hat dîtin ku di dema bûyerê de polîsan mudaxeleyî komê nekir û tenê bûn temaşevan.